BI DÎMEN

'Em ji tenduristî û ewlekariya Ocalan bi fikar in'

Polîtîkaya tecrîd û îzolasyonê ya li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ku ji 5'ê Nîsana 2015'an û vir ve hatiye şidandin, piştî hewldana darbeyê ya 15'ê Tîrmehê bû sedema endîşeyên mezin.

Polîtîkaya tecrîd û îzolasyonê ya li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ku ji 5'ê Nîsana 2015'an û vir ve hatiye şidandin, piştî hewldana darbeyê ya 15'ê Tîrmehê bû sedema endîşeyên mezin.

Nûnerên Rêxistinên Civakî yên Sivîl ên il Amedê, fikarên xwe yên li ser tenduristî û ewlekariya Ocalan bilêv kirin û xwestin, hevdîtin ji nû ve destpê bikin.

Nûnerên rêxistinan ên ji ANF'ê re axivîn bal kişandin ser girîngiya rewşa tenduristî û ewlekariya Ocalan.

Endamê Dîwana Serokatiyê ya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Hîlmî Aydogdû diyar kir, fikarên li ser rewşa li Îmraliyê zêde bûne û got, "Mijar û hesasiyeta sereke ji bo gelê Kurd, rewşa tenduristî û ewlekariya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e ku zêdeyî salek e di nava tecrîdeke şidandî de tê ragirtin. Weke KCD, heman piştî hewldana darbeyê me bang li Wezareta Edaletê kiribûn, ku der barê tenduristî û jiyana Ocalan de daxuyaniyekê bide. Lê belê rewşa ne diyar a li ser mercên jiyanê û tenduristiya Ocalan hê dewam dike. Lewma gelê tirs û fikarên gelê Kurd jî di vî warî de dewam dikin. Yekane rêya ji holê rakirina van endîşeyan, çûyîna heyeteke serbixwe ji bo Îmraliyê û pêkanîna hevdîtina bi Ocalan re ye."

Aydogdû ragihand, tenduristiya Ocalan ji bo gelê Kurd gelekî girîng e û wiha dewam kir: "Pêkhatina hevdîtina bi Ocalan re ne tenê ji bo gelê Kurd, ji bo afirandina atmosfereke demokratîk jî girîng e. Lewma em bang li desthilatdariya AKP'ê dikin ku hesasiyetên gelê Kurd rast binirxîne û bêbersiv nehêle. Belê, dibe ku darbe îro hat tepisandin, lê belê heta ku pirsgirêka Kurd neyê çareserkirin û nêzîkatiya înkar û tinekirinê dewam bike, wê hêza darbeyê ji holê ranebe. Lewma rakirina tecrîda li ser Birêz Ocalan û çareseriya bi rêyên demokratîk a pirsgirêka Kurd, jehrkuja darbeyan e."

JI BO RAKIRINA TECRÎDÊ EM Ê ÇALAKIYAN LIDAR BIXIN

Aktîvîsta Kongreya Jinên Azad (KJA) Hatîce Makas jî banga rakirina tecrîda li ser Ocalan kir û got, "Tecrîdkirina lîderê gelekî di heman demê de tê wateya tecrîdkirina wî gelî. Dema mirov rewşa dawî ya li welêt dinirxînin, hingî ji rewşa tenduristî û ewlekariya Ocalan dikevin nava fikaran. Ji ber vê yekê, heta ku tecrîd were rakirin em ê çalakiyan lidar bixin û zorê bidin ku rêyên hatine xitimandin bên vekirin. Di vê çarçoveyê de em bang li gelê xwe dikin ku dakevin kolanan û tevlî çalakiyan bidin."

BI BAHANEYAN HEVDÎTINÊ ASTENG DIKIN

Hevserokê Sendîkaya Kedkarên Tenduristiyê (SES) Şaxê Amedê Ramazan Kaval fikarên sendîkaya xwe ya li ser rewşa Ocalan bilêv kir û got, "Zêdeyî salek e, bi bahaneyan hevdîtina bi Birêz Ocalan re asteng dikin. Di şexsê Ocalan de tecrîdê li ser gelê Kurd ferz dikin. Ji ber ku gelê Kurd azadiya xwe bi azadiya Ocalan ve girê daye."

OCALAN MIROVEKÎ AŞTÎXWAZ E

Kaval destnîşan kir, ku ew astengiyên li pêşiya hevdîtina bi Ocalan re qebûl nakin û diyar kir, divê derhal şert û mercên Ocalan li nav tê ragirtin, werin sererastkirin. Kaval got, "Ocalan ne mirovekî ji rêzê ye. Ew Rêberê Gelê Kurd e û mirovekî aştîxwaz e."

DIVÊ TECRÎD WERE RAKIRIN Û VEGER LI PÊVAJOYA MUZAKEREYÊ BÊ KIRIN

Serokê Komeleya 78'an Şaxê Amedê Ganî Alkan ragihand, şerê dijwar ê piştî 7'ê Hezîranê rû da, encama tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e û anî ziman, redkirina daxwaza hevdîtina bi Ocalan re, gelê Kurd dixe nava fikaran. Alkan da xuyakirin, ku ji bo ji holê rakirina vê rewşa aloz û pêşîvekirina li demokrasî û muzakereyê divê tecrîda li ser Ocalan derhal bê rakirin.