‘Em ji rewşa xweparastinê derbasî êrîşî bûne’

Fermandariya Giştî ya Hêzên Şoreşger ên girêdayî QSD’ê ku êrîşên çeteyên ‘Mertalê Firatê’ vala derxistin û 19 çete kuştin, daxuyaniyek nivîskî weşand.

Fermandariya Giştî ya Hêzên Şoreşger ên di bin sîwana Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) de, daxuyaniyeke nivîskî da. Fermandariyê ragihand ku êrîş bi temamî hatin şikandin û 19 çete hatin kuştin.

Di destpêka daxuyaniyê de hat diyarkirin ku sibeha roja 21’ê Cotmeha 2016`an heta saetên dereng ên rojê, çeteyên Mertalê Firatê ku ji aliyê Tirkiyê ve destek digirin, êrîşî hêzên şoreşger kirin. Piştre di saet 10:00’ê sibehê de çeteyan bi topên hewan û fûzeyan nuqteyên hêzên Şoreşger topbaran kirin. Paşê jî hêzên girêdayî dagirkeriya Tirkiyeyê bi piştevaniya tankên Tirkiyeyê ji çend aliyan ve, êrîşeke berfireh anîn bi ser gundên El-Semoqe, El-Hisiye, Um El-Hoş, Herbel, Şêx Îsa û Til Rifeat.”

Fermandariya Giştî da xuyakirin ku topbaran û êrîşên bihêz heta saetên deregê şevê dom kirin, lê çeteyan bi ti şêweyî bi pêş ve neçûn û hemû hewldanên wan, ji gelek aliyan hatin şikandin.

Fermandariya Giştî eşkere kir ku Hêzên Şoreşger çeteyên Mertala Firat kirin nava çend kemînan û derbeyên giran li çeteyan dan, got ku di van kemînan de zêdetirî 19 çete hatine kuştin û zêdetirî 23 çeteyên din jî birîndar bûne û her wiha hêzên şoreşger 6 wesayîtên doçka li ser bû jî ruxandin û tankek jî derb kirin.

Fermandariya Hêzên Şoreşger teqez kir ku ew niha êrîşî nuqteyên çeteyên dewleta Tirk dikin û destnîşan kir ku hêzên Şoreşger ji rewşa xweparastinê derbasî rewşa êrîşê bûne.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku di berxwedana lehengî de ku li hember dagirkeriya Tirk hat dayîn, 2 şervanên wan bi lehengî şehîd bûn û 6 şervanên din jî birîndar bûn.

Di dawiya daxuyaniyê de Fermandariya Giştî ya Hêzên Şoreşger soz da ku, heta dagirkeriya Tirkiyeyê bi dawî dikin û xaka Sûriyeyê ji terorê paqij dikin, ew ê hemû gelên herêmê û herêmên Şehbayê biparêzin.