Em ê li dijî komkujiyên dewleta Tirk bêdeng nemînin

Desteya Rêveber a TEV-DEM’ê qetilkirina 17 welatiyên Bakurê Sûriyeyê yên ji pêkhateya ereb ku ji aliyê artêşa Tirk ve hatin kuştin, bi tundî şermezar kir û bal kişand ser mafê xweparastinê yê gelan.

Desteya Rêveber a TEV-DEM’ê qetilkirina 17 welatiyên Bakurê Sûriyeyê yên ji pêkhateya ereb ku ji aliyê artêşa Tirk ve hatin kuştin, bi tundî şermezar kir û bal kişand ser mafê xweparastinê yê gelan. TEV-DEM’ê bang li Neteweyên Yekbûyî (NY) û raya giştî ya navneteweyî kir ku li hemberî komkujiyên dewleta dagirker a Tirkiyeyê bêdeng nemîne û ji dewleta dagirker hesab bê xwestin.

Desteya Rêveber a TEV-DEM’ê têkildarî mijarê daxuyaniyek nivîskî weşand. Di daxuyaniya ku komkujî bi tundî hat şermezarkirin de, ji gelên Bakurê Sûriyeyê hat xwestin ku li hemberî êrîşên bêbersiv nemînin.

Daxuyanî wiha ye:

"Hovîtî û komkujiya dewleta dagirker a Tirkiyeyê li ser Bakurê Sûriyeyê bi her şêwazî berdewam dike. Dewleta dagirker a Tirkiyeyê û desthilatdarî û dîktatoriya hikûmeta AKP’ê û Erdogan ne tenê dijminatiyê li gelê Kurd dikin, di heman demê de hemû ol û civakên ku li ser axa Sûriyeyê dijîn jî ji xwe re kirine hedef. Esas hovîtî û dijminatiya AKP’ê û Erdogan li hemberî îradeya civakên demokratîk, jiyana azad, demokratîkbûna Sûriyeyê ye. Ji bo vê di her fersendê de navtêdan, gef û hovîtiya xwe li hemberî Bakurê Sûriyeyê diyar dikin. Bi hêza xwe ya dagirker hem bi her awayî piştgiriya çeteyên weke Nûsra û OSO dike hem jî bi awayekî bêexlaq van hêzan bi kar tîne.

Tevî ku di ti hiqûqa navneteweyî de cihê wê tine jî dewleta dagirker a Tirkiyeyê bi çeteyên Nûsra û OSO re Cerablûs dagir kir. Îro li Cerablûsê li hemû kolan, rêyan û li ser deriyên malan wêneyê Erdogan û ala Tirkiyeyê hatiye daliqandin. Zihniyeta Erdogan û AKP’ê hêza xwe ji kompleksa Împaratoriya Osmanî digire. Neteweperestiya Tirk û neteweperestiya olê bi hev re kiriye yek û li ser vî esasî hewl dide ku daxwazên xwe yên dagirker pêk bîne. Ji xwe Erdogan xwe weke xelîfeyê pêncemîn ê dawî dibîne û ew axa ku civaka Kurd, Ereb, Asurî, Suryanî û Tirkmen li ser dijîn weke eyaleta dewleta Osmanî dibîne. Ji bo vê jî bi siyasetek dagirkerî mudaxeleyî hemû pirsgirêkên li Sûriyeyê dike û hewl dide bi derxistina pirsgirêkên di navbera gelên bakurê Sûriyeyê de daxwazên xwe yên qirêj bikaribe pêk bîne.

Herî dawî dewleta dagirker a Tirkiyeyê duh di nava 24 saetan de li Girê Spî, Tirbespî û Serêkanî 17 hemwelatiyên bakurê Sûriyeyê yên Ereb ku piranî jin û zarok bûn bi hovane qetil kirin û her wiha gelek hemwelatî jî birîndar bûn. Di serî de ev komkujiya li ser pêkhatiyên Ereb em bi tundî şermezar dikin. Yên ku hatine qetilkirin beriya her tiştî hemwelatiyên bakurê Sûriyeyê ne. Çi Kurd, çi Erep, çi Asurî, çi Suryan û çi Tirkmen be ev komkujiyeke dermirovahiyê ye. Em soz didin hemû civak û pêkhateyên bakurê Sûriyeyê ku dewleta dagirker a Tirkiyeyê ew ê ti caran daxwazên xwe yên qirêj û dagirker li ser bakurê Sûriyeyê yan jî li tevahiya Sûriyeyê nikaribe pêk bîne.

Wateya komkujiya ku 17 hemwelatiyên li bakurê Sûriyeyê hatine qetilkirin ew e ku yên zext û zordariya dewleta Tirkiyeyê qebûl nekin ew ê hedefa dewleta dagirker bin. Divê dewleta dagirker a Tirkiyeyê baş bizanibe ku ew ê ti caran nikaribin biratiya li bakurê Sûriyeyê tê avakirin, îradeya demokratîk û jiyana wekhev a gelê Kurd, Ereb, Asûrî, Suryanî û Tirkmen xera bike. Li hemberî van êrîşên dewleta dagirker a Tirkiyeyê mafê xwe parastinê yê gelê Kurd, Ereb, Asûrî, Suryanî û Tirkmen heye û divê ti êrîş jî bêbersiv neyên hiştin. Em di vê zanebûnê de ne ku hemû gel û civak weke Kurd, Ereb, Asûrî, Suryan û Tirkmen jiyana hevbeş çiqas xurt bikin, em ê hîn xurtir û encamgirtî bikaribin bersiv bidin êrîşên derve yên dewleta dagirker a Tirkiyeyê. Pêwîst e gelên me yên li bakurê Sûriyeyê bi hev re dijîn li hemberî êrîş û gefên ji derve yên dewleta dagirker a Tirkiyeyê hişyar bin. Her wiha yekîtî û biratiya xwe hîn xurtir bikin û tu êrîşan jî bêbersiv nehêlin. Li hemberî vê êrîşa dermirovahî û hovîtî dengê xwe bikin yek û têkoşîna xwe hîn bilindtir bikin. Yek ji hedefa van êrîşan biratiya di navbera gelê Kurd, Ereb, Asûrî, Suryanî û Tirkmen xera bike, nehêle Federasyona Bakurê Sûriyeyê bê birêxistinkirin. Ji bo vê jî gelê Kurd, Ereb, Asûrî, Suryanî û Tirkmen ji bo li bakurê Sûriyeyê Federasyona Bakurê Sûriyeyê bi ser bikeve, çi dikeve ser milên wan divê pêk bînin û bi vê yekê dê êrîşên li ser bakurê Sûriyeyê bên pûçkirin.

Dîsa bangawaziya me ew e ku Neteweyên Yekbûyî (NY) û siyaseta navneteweyî li hemberî komkujiyên dewleta dagirker a Tirkiyeyê bêdeng nemîne û ji dewleta dagirker hesab bê xwestin."