BI DÎMEN

'Em ê doza mafdar a gelê xwe biparêzin'

Parlamenterê HDP'ê yê Rihayê Osman Baydemîr da xuyakirin, ku ji bo mîrateya aştiyeke bi rûmet ji nifşên nû re bihêle, ew ê her tim doza mafdar a gel biparêzin.

Parlamenterê HDP'ê yê Rihayê Osman Baydemîr da xuyakirin, ku ji bo mîrateya aştiyeke bi rûmet ji nifşên nû re bihêle, ew ê her tim doza mafdar a gel biparêzin.

Baydemîr têkildarî tifaqa darbeyê ya kirêt a li Meclîsê û konsepta li dijî HDP'ê de ji ANF'ê re axivî.

'DIXWAZIN BI RÊYA DESTNEDANÊ GEFÊ LI CIVAKÊ BIXWIN'

Baydemîr diyar kir, darbeya li Meclîsê têkildarî destnedanê hatiey kirin, meseleya destnedanê nîne û destnîşan kir, ku ya hatiye kirin, operasyona tesfiyekirina mûxalefeta yekane û vîna gel HDP ye. Baydemîr got, "Bala xwe bidinê; ji sedî 60-70 ê fezlekeyên destnedanê li hemberî HDP'ê hatine amadekirin. Dema mirov li hemû fezlekeyên din binêrin, wê were dîtin ku eleqeya xwe bi siyasetê nînin. Lewma bi vê yekê ve hewl tê dayîn gef li civaka me were xwarin."

'RAKIRINA DESTNEDANÊ WÊ ME JI TÊKOŞÎNA MAFDAR A GELÊ ME VENEGIRE'

Baydemîr der barê rakirina destnedanê de got, "Dixwazin mesaja 'kî li dijî avakirina rejîma saltanatê derkeve, kî li dijî avakirina rejîma darbeyê derkeve, wê aqûbeta xwe ev be' bidin. Lê belê tiştekî ku ji bîr kirine heye. Ev 80-90 sal in, ji xwe gef, şantaj, hilweşîn û sirgûn li gelê Kurd tên kirin. Lê belê gelê Kurd ti carî ji daxwaza xwe ya jiyana azad, aştiyane, bi rûmet û wekheviyê venegeriya. Rakirina destnedana me jî wê weke HDP'yiyan me ji têkoşîna mafdar a gelê me venegerîne. Em ê heta dawiyê xwedî li doza mafdar a gelê xwe derkevin. Çawa ku em îro bi gelê xwe re ne, çawa ku em duh bi gelê xwe re bûn, em ê sibe jî bi gelê xwe re bin. Bersiva pirsa 'hûn ê ji niha û pê ve çi bikin?' ev e."

'EGER BERDÊLA AZADÎ Û AŞTIYEKE BI RÛMET ZÎNDAN BE, SER SERAN SER ÇAVAN'

Parlamenterê HDP'ê Osman Baydemîr da xuyakirin, ku weke wekîlên HDP'yî ew di xizmeta gelê xwe de ne û got, "Em bi gelê xwe re ne. Di her şert û mercî de em ê doza mafdar a gelê xwe biparêzin. Eger berdêla mîrateya azadî û aştiyeke bi rûmet a ji bo nifşên nû, zîndanîkirina me be, ser seran û ser çavan. Duh em ji vê nereviyan, îro em jê narevin, sibe jî em ê jê nerevin. Vî gelî, ya ku di sala 1994'an de bi serê parlamenterên DEP'ê de hat anîn, ji bîr nekir. Û ew al, ew mîrate radestî me kir. Lewma kes nikare bi gefa girtîgehê me bitirsîne. Nikare me ji rêya me vegerîne. Lê belê divê her kes zanibe; li her devera cîhanê rejîmên tespot ti carî her demî nebûne. Li vê erdnîgariyê jî wê her demê nebe. Ya ku di vê îro were girtin, kombûna li dora gelê me ye. Bi ti awayî veger ji doza mafdar neyê kirin. Li pêşiya zalim û despot serî neyê tewandin. Rêya me bigihîne ronahiyê, ev e. Ronahî wê di dawiya dawî de bê vê erdnîgariyê. Û dema tarîtî ji vê erdnîgariyê hat qewirandin, yên jê re li çepikan dixistin û deng didanê, wê ji şerma bikevin binê erdê."