BI DÎMEN

'Em ê di referandûmê de bi ruhê berxwedanê bêjin NA'

Şêniyên Wanê, beriya referandûma 16'ê Nîsanê dengê xwe eşkere kirin. Gelê Wanê got, li dijî zilma Erdogan û AKP'ê, li dijî planên tinekirina gelê Kurd ew ê bêjin 'NA'.

Di referandûma 16'ê Nîsanê de, ku sîstema 'Serokkomariya ji partiyekê' wê pêşkêşî dengdanê bê kirin, tê payîn dengê 'NA' li gelemperiya welêt gelekî zêde be. Çav li rê ye, li Wanê bi rêjeyeke ji sedî 80'î dengê 'NA' bê dayîn. Şêniyên Wanê, der barê referandûmê de ji ANF'ê re axivîn û destnîşan kirin, ku li dijî polîtîkayên qedandin û bê îradehiştina gelê Kurd ew ê serî netewînin û bi ruhê berxwedanê di referandûmê de bêjin 'NA'.

Ji şêniyên Wanê Mûsa Aslan da xuyakirin, ku eger di referandûmê de dengê 'erê' zêde be, ev yek wê were wateya qebûlkirina polîtîkayên tepisandin û destnîşan kir, weke gelê Kurd ew ê di referandûmê de bi xurtî bêjin 'NA'. Aslan got, "Eger dengê NA bi ser bikeve, em ê bi gaveke din nêzî aştî û demokrasiyê bibin û krîza aboriyê ya li welêt ji ser xwe bavêjin. Di 16'ê Nîsanê de divê her kes ji bo aştiyê bêje 'NA'. Ji bo demokrasî, aştî û biratiyê bêje 'NA'. Na dengê xêrê ye."

'EM XURT IN Û EM Ê BI SER BIKEVIN'

Cengîz Tîmûr diyar kir, desthilatdariya Erdogan û AKP'ê li dijî hemû pêkhateyên demokratîk ên li derveyî xwe ne û got, "Eger di vê referandûmê de dengê 'erê' bi ser bikeve, wê li Tirkiyeyê, Kurd, Ereb, Tirk û kesekî din nikaribe bi rengekî azad baxivin. Em li ber vê ferasetê radibin û weke gelê Wanê em ê bêjin 'NA'." Cenîz Tîmûr bibîr xist, saziyên ku gel bi kedeke mezin ava kirin hatine girtin û destnîşan kir, ku tevî vê rastiyê jî eger dengê 'erê' were dayîn, ev yek wê nakokiyeke mezin be. Tîmûr destnîşan kir, ku ew ê li dijî feraseta sûc li gelan dike bisekinin û ji bo alîgirên 'erê' bi ser nekevin ew ê li nava malan, li kolanan bigerin û dengê 'NA' zêde bikin.

'DENGÊ NA, DEWAMA HEBÛNA ME YE'

Şeref Ozkan jî bal kişand ser girîngiya referandûmê ji bo Kurdan û got, "Armanca yekane ya guhertina sîstemê, pêşîgirtina li destketiyên gelê Kurd e. Ji bo destketiyên me yên bi têkoşîna heta roja îro hatine afirandin tine nebin, divê em Kurd di referandûmê de helwesta xwe bi zelalî nîşan bidin. Hêza me heye ku em pêşî li vê plana dixwazin gelê Kurd pê tine bikin, bigirin. Her Kurdê bi şeref û namûs divê biçe ser sindoqan û dengê 'NA' bide."

Şeref Ozkan anî ziman, dewlet eşîran derdixîne televîzyonan û hewl dide bi vî rengî rêyeke neyînî li ber Kurdan bixe û ji gel xwest, guh nede vê. Ozkan got, "Ev mirov, kî xurt be, li cem wan e. Tenê li pey berjewendiyên xwe ne. Divê di referandûmê de em biçin ser sindoqan û dengê 'NA' bidin. Dengê 'NA' dewama hebûna me ye. Eger ew bi ser bikevin, wê ji îro bêhtir zext û zordariyê li me bikin."

Abdulmenav Porsûk da xuyakirin, ku yên ji wan hene bi zexta li ser partiyên Kurd dikarin demokrasiyê bînin, wê nikaribin vî gelî bixapînin û got, "Em ê serî netewînin û bêjin 'NA'."