BI DÎMEN

Em ê dest ji xaka xwe bernedin, em ê jiyanê ji nû ve ava bikin

Bi hezaran kesên li Şirnexê di binê konan de dijîn destnîşan dikin, ku ew ê ti carî dest ji xaka xwe bernedin û dibêjin, "Pirsgirêkên me gelek in, lê dîsa jî em ê dest ji xaka xwe bernedin û serî li ber êrîşan netewînin."

Bi hezaran Şirnexiyên ji ber êrîşên hêzên dewletê yên bi çekên giran neçar man malên xwe biterikînin, ji bajarê xwe derneketine û li cihekî nêzî navenda bajêr kon vedane, li binê kon dijîn. Bi hezaran Şirnexî li herêmên Îkîzce, Toptepe, Konûtlar, Sêgirik, Depoya Ave û Cîrane, li qiraxa çem bi cih bûne. Şirnexê bi biryar in ku berdêla xwe çi dibe bila bibe bajarê xwe neterikînin. Bi hezaran Şirnexî li binê konan bi alîkariya Şaredariyên DBP'yî yên Bajar û Navçeyan jiyana xwe didomînin. Şirnexî dixwazin qedexe û êrîşên li ser bajêr bên rakirin û ji bo vegera wan, şert û merc bên afirandin.

Mehmet Şukru Katar, Naciye Bûdak, Hanim Yatman û Azîz Ustek ên li wargeha ji konan dijîn, jiyana li binê konan û biryardariya xwe ya berxwedanê ji ANF'ê re vegot.

'EM Ê LI SER KEVIRAN BIJÎN, LÊ DÎSA JÎ VÊ XAKÊ NETERIKÎNIN'

Mehmet Şîrîn Katar bal kişand ser zehmetiya jiyana li binê konan û û anî ziman, pirsgirêkên elektrîk û avê derdikevin pêşiya wan. Katar diyar kir, li binê konekî çar-pênc malbat bi hev re dijîn û destnîşan kir, ku tevî pirsgirêkên giran jî ew ê bajarê xwe neterikînin.

Katar diyar kir, ku dema ew hatin herêma Konûtlar a li pêşberî navenda Şirnexê ye, bi şev û roj li Şirnexê dinêrî û şewitandin û xerakirina Şirnexê ya li pêş çavên wî, ew gelekî êşandiye. Katar bibîr xist, ku hêzên dewletê di dema dawî de dest bi şewitandina malan kirine û destnîşan kir, cihê vê yekê di nava maf û hiqûqê de nîne.

Katar got, "Em dixwazin demek ji ya din zûtir li mala xwe vegerin. Em li vir in, çi dibe bila bibe em ê Şirnexê neterikînin. Eger pêwîstî pê hebe em ê li ser keviran bijîn, li erdê razên, lê em ê vê xakê neterikînin."

'EM PIRSGIRÊKAN BI HEV RE ÇARESER DIKIN'

Naciye Bûdak, ku tevî şeş zarokên xwe li binê kon dijî, bal kişand ser zor û zehmetiyên derdikevin pêşiya wan û destnîşan kir, lê ti tişt ji dûrketina ji Şirnexe girantir nîne. Bûdak da xuyakirin, ku dema ew ji neçarî ji malên xwe derketin, qet nefikirîn xaka xwe biterikînin û got, "Li vê derê hatineyeke me ya aborî nîne. Pirsgirêkên me hene, lê em bi piştgiriya hev hewl didin pirsgirêkên xwe çareser bikin. Em ê ji vir neçin."

'EM Ê JI NÛ VE AVA BIKIN, BILA GELÊ ME DESTEKÊ BIDE'

Azîz Ustek got, "Ji vir û pê ve cihekî em biçin nîne" û diyar kir, çi dibe bila bibe ew ê piştî qedexe û êrîşan vegerin Şirnexê û jiyana xwe ji nû ve ava bikin. Ustek da xuyakirin, ku jiyana li binê konan bêguan ne hêsan e, lê belê ya ji bo wan girîng ew e; li ser xaka xwe bi rengekî azad bijîn. Ustek bang li gelê Kurdistanê kir, ku destekê bide wan û destnîşan kir, ew ê ji sedî sed bi ser bikevin

'MIN HETA VÎ EMRÎ ZILMEKE BI VÎ RENGÎ NEDÎTIYE'

Hanim Yatman a 70 salî anî ziman ku bûyerên bi serê wan ve hatine gelekî zehmet in û diyar kir, heta vî emrî wê zilmeke bi vî rengî nedîtiye. Yatman da xuyakirin, ku desthilatdariya AKP'ê ew ji mala wan derxistiye, zarokên wan qetil kiriye û got, ev zilm wê ji wan re nemîne. Yatman ragihand, çi dibe bila bibe ew ê li ser xaka xwe bimirin û got, "Ji bilî vê derê cihekî em lê bijîn nîne. Em ê li vir li ber xwe bidin û li vir azad bibin."

...