'Em bi ruhê Kobanê li dijî dagirkeriyê li ber xwe bidin'

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kobanê bang li gel kir, ku li dijî dagirkeran serî hilde û ruhê keleha berxwedanê Kobanê, careke din nîşan bide.

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kobanê, li dijî hewldanên dewleta Tirk ên ji bo dagirkirina xaka Kobanê, daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Daxuyaniya rêveberiyê bi vî rengî ye: "Dewleta Tirkiyeyê bi hemû rê û rêbazan û hincetên cuda hewl dide Rojavayê Kurdistanê û Sûriyeyê dagir bike. Niha jî dixwaze kantona Kobanê dagir bike û li ser axa Kobanê dîwarekî ava bike. Piştî lihevkirina rejîma El-Baas û dewleta Tirkiyeyê ji bo dawîlêanîna şoreşa Rojava li dijî gelên Sûriyeyê komployeke nû hate destpêkirin.

Wekî Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Kobanê em dewleta Tirkiyeyê hişyar dikin ku xaka Kobanê yan jî buhistekê ji xaka Rojava dagir neke. Rojava û gelê xwe bi hemû pêkhateyên xwe wê li hemberî vê dagirkeriyê bisekinin. Çi êrîşeke ji aliyê Tirkiyeyê ve pêk were, wê Amerîka, Rûsya, Îran û rejîma Sûriyeyê berpirsyartiya encamên wê hilînin.

Ji ber vê yekê em bang li gelê xwe yê Kobanê dikin ku li dijî dagirkeriyê serî hilde û ruhê berxwedana Kobanê 'Keleha berxwedan û xweragiriyê' jinûve vejîn bike."