Ebû Erac: Wê hêzên me bersiva tevahî êrîşan bidiyê

Cîgirê Fermandarê Ceyş El-Siwar Ehmed El- Sûltan (Ebû Erac) diyar kir ku wê hêzên wan bersiva tevahî êrîşên çeteyan bidiyê.

Cîgirê Fermandarê Ceyş El-Siwar Ehmed El- Sûltan (Ebû Erac) ji ANHA’yê reaxivî, diyar kir ku artêşa Tirk a dagirker çeperên Ceyş El- Siwar û herêmên ku ji çeteyên DAÎŞ’ê hatine rizgarkirin bomberdûman dike.

Ebû Erac  got; “Piştî ku artêşa Tirk top avêtin gundên rizgarkirî, bi balafirên şer ev herêm bombebaran kir″ û destnîşan kir ku wê bi tevahî hêza xwe ve bersiva êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê bidin.

Ebû Erac ragihand ku “Artêşa Tirk a dagirker îro di saetên serê sibehê de gundên Hesiye, Herbil, Um Hoş  topbaran kir, lê hêzên me bersiva wan dan. Em ê gundên rizgarkirî heta dawiyê biparêzin″ û der bir ku wê têkoşîna xwe ya li hemberî terorê berdewam bikin, herêmên xwe yên rizgarkirî biparêzin û hemû herêmên xwe ji çeteyên DAIŞ′ê rizgar bikin.