Dûman: Kevneşopiya çapemeniya azad wê dewam bike

Dûman a li qadên gerîla rojnamevaniyê dike, êrîşên li hemberî çapemeniya azad şermezar kir û diyar kir, li hemberî her şêwe zext, şîdet, binçavkirin, girtin û gefan kevneşopiya çapemeniya azad dewam dike û wê dewam bike.

Zextên li Tirkiyeyê yên li çapemeniya azad tên kirin, li Herêmên Parastinê yên Medyayê jî hatin şermezarkirin. Sabriye Dûman a li Herêmên Parastinê yên Medyayê rojnamevaniyê dike, êrîşên li hemberî çapemeniya azad şermezar kir û diyar kir, li hemberî her şêwe zext, şîdet, binçavkirin, girtin û gefan kevneşopiya çapemeniya azad ji Gûrbeteliyan heta Denîzan û Rohat Aktaşan dewam kiriye, pênûsa Denîz û Rohatan di destê bi sedan rojnamevanên şoreşger de ye.

Dûman da xuyakirin, ku li her devera cîhanê çapemenî hêza bingehîn e û bal kişand ser pîvan û exlaqên çapemeniyê.

'ÇAPEMENIYA LI TIRKIYEYÊ TÊ BÊDENGKIRIN'

Dûman anî ziman, çapemenî û weşana li Tirkiyeyê, bûyerên civakî nabîne, nabihîze û nade bihîstin. Dûman got, "Polîtîkayên weşanê ji aliyê hikûmetê ve tên diyarkirin. Yanî hikûmet destnîşan dike, bê kîjan organên çapemeniyê wê kîjan mijaran biweşîne, kê bike mêvan, bi çi rengî tevbigere. Li Tirkiyeyê çapemenî tê bêdengkirin. Xeta çapemeniyê ya her kesî ji aliyê hikûmetê ve tê diyarkirin. Li hemberî yên xeteke serbixwe ya weşanê dike jî, qetilkirin, binçavkirin, girtin, îşkence û lêdan rewa tên dîtin. Di bin navê 'KCK'ê de dosya li wan tên vekirin, nûçegihan ji ber nûçe û parvekirinên xwe yên li tora civakî, dikevin ber lêpirsînê."

'HIKÛMET XWE LI DÎTIN Û BIHÎSTINA RASTIYAN RANAGIRE'

Dûman ragihand, bi her awayî êrîş li çapemeniya azad tê kirin, hewl tê dayîn çavên xebatkarên çapemeniya azad were tirsandin û destnîşan kir, ku hikûmet û dewlet nikarin xwe li dîtin û bihîstina rastiyan rabigirin. Dûman da zanîn, ku ji ber vê yekê nûçegihan tên binçavkirin û girtin û lewma rojnameya Ozgur Gundemê hatiye girtin.

Rojnamevan Hediye Dûman bal kişand ser qedexeya derketina derve, êrîş û komkujiyên li Bakurê Kurdistanê û ev nirxandin kir: "Di bin navê 'KCK'ê de operasyonên qirkirina siyasî tên kirin. Ji 'alîkarîdayîna rêxistinê' rojnamevan tên girtin, li dadgehan tên darizandin û li naverastê li wan tê xistin. Kedkarên çapemeniya azad ên bûyer û qewimînên li Bakurê Kurdistanê bi rengekî rast ji cîhanê re radigihînin, li naverastê dibin hedefa êrîşan. Rojnamevan ji ber ku bi coş in tên binçavkirin. Nûçegihanên ku wêneyê çekên pêlîstok ên zarok ji kevir û heriyê çêdikin, dikin nûçe, dikevin ber lêpirsînê. Tevî ewçend zext û zordariyê jî çapemeniya azad bêdeng nabe, li her cihî rastiyan vedibêje."

'ÇAPEMENIYA AZAD WÊ BÊDENG NEBE'

Dûman diyar kir, hikûmeta AKP'ê û dewleta Tirk polîtîkayên xwe yên înkarkirin û tinekirina Kurdan didomînin, dixwazin çapemeniya azad ku dengê gel e bêdeng bikin û destnîşan kir, ku weke çapemeniya azad, ekîba Star TV, ji ber ku her tiştî bi rengekî rast nîşan didin, dibin hedefa êrîşan.

Dûman ragihand, bi dehan nûçegihan ji ber ku wehşeta dewletê nîşanî gel dane, hatine binçavkirin û girtin û got, "Malper bi dehan caran hatin girtin. Nûçegihanên JINHA, DÎHA'yê ji ber ku rastî nîşan dan hatin girtin. Li hemberî her şêwe zext, şîdet, binçavkirin, girtin û gefan kevneşopiya çapemeniya azad ji Gûrbeteliyan heta Denîzan û Rohat Aktaşan dewam kiriye, pênûsa Denîz û Rohatan di destê bi sedan rojnamevanên şoreşger de ye. Em jî weke hevalên wan ên têkoşînê, bi vîn, hêz û îlhama Denîz û Rohatan dane me, weke şopdarên şehîdên çapemeniya azad soz didin ku em ê sekna wan bidomînin û li ku dibe bila bibe, em ê nûçeyên rast ji gel re ragihînin. Ji wan nayê ku çapemeniya azad bêdeng bikin. Çapemeniya azad wê bêdeng nebe, wê her tim rastiyan ragihîne."

...