NÛ BÛ

Du eniyên Xezeba Firatê gihîştin hev

Şervanên du eniyên Pêngava Xezeba Firatê gihîştin hev.

Di qonaxa sêyemîn a Pêngava Xezefa Firatê de, şervanên li du eniyan gihîştin hev.

Şervanên ji eniyên Bîr Heba û Mekmenê bi rê ketin, gihîştin hev. Li gorî agahiyan, her du enî li ser rêya Reqa-Mekmenê, li ser sînorê Dêra Zor û Reqayê gihîştine hev û bi vî rengî dor li dehan gundan hatiye girtin.

Şervanan li herêmên ku ji çeteyan rizgar kirin, dest bi operasyona paqijkirinê kirin.

Piştî ku eniya Bîr Heba bi 39 kîlometreyan û eniya Mekmenê bi 30 kîlometreyan bi pêş ve çûn, her du enî gihîştin hev.