Dozgeriyê dirûşma ’’Jin jiyan azadî’ sûc qebûl kir

Dozgeriya Komarê ya Bedlîsê têkildarî Rêveberê HDP’ê yê Bedlîsê Hamza Ozkan ji ber sedema ku di çalakiyê de gotiye ’’Jin jiyan azadî’’ lêpirsîn da destpêkirin.

Rêveberê HDP’ê yê Bajêr Hamza Ozkan par di çalakiyeke ku bi mebesta tundiya li ser jinê were şermezarkirin hatibû kirin, bi sedema ku dirûşma ’’Jin jiyan azadî’’ gotiye lêpirsîn li ser hate vekirin.

Di lêpirsînê de ji Ozkan hate pirsîn bê ka wî bi çi sedemê gotiye, ‚’Jin Jiyan azadî’’

Ozkan têkildarî mijarî got dirûşm ne qedexe ne û got, ‚’Ez tim tevlî çalakiyên ku tundiya li ser jinê şermezar kin bûm û ez ê bibim jî. Dirûşma jin, jiyan azadî ne sûc e. Ji bo vê jî hewldanên ku dixwazin ji dirûşman endamtiya rêxistinê derxînin ne hiqûqî ye û destwerdana li azadiya ramanê ye.