Dorpêçkirina Tebqayê: Li navenda bajêr şerê dijwar

Duh bi şev li bajarê Tebqayê di navbera Hêzên Sûriyeyê yên Demokratîk (QSD) û çeteyên DAIŞ’ê de şerekî dijwar rû da.

Di şer hê jî didome de, herî kêm 20 çete hatin kuştin, şervan bi qasî 500 metreyî nêzî Taxa Îskenderiyeyê bûn.

Duh bi şev li Taxa Îskenderiyeyê ya ku li rojhilatê Tebqayê ye, li Taxa Ayid Sexîr a li rojavayê bajêr û li derdora Bendava Firatê, di navbera Odeya Çalakiyan a Xezeba Firatê û çetên DAIŞ’ê de şerekî dijwar rû da.

Hat hîn bûn ku di şer de 20 çete hatine kuştin û şervan bi qasî 500 metreyî nêzî Taxa Îskenderiyeyê bûne.