Dorpêçkirina Tebqayê: 20 çete hatin kuştin

Şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ber bi navenda bajarê Tebqayê ve bi pêş ve diçin. Di şer de 20 çete hatin kuştin.

Şervanên QSD'ê ji duh bi şev û vir ve, ji aliyê rojhilat ev bi 500 metreyan, ji aliyê rojava ve jî bi 500 metreyên din dane nava bajêr. Li nava bajêr şerekî dijwar diqewime û zêdeyî 10 çete hatin kuştin. Gelek cesedên çeteyan li naverastê man e.

Şervanên QSD'ê 4 nuqteyên ji çeteyan paqij kirin.

Li aliyê Balafirgeha Tebqayê jî çete di nava liv û tevgerê de bûn. Balafirên şer ên koalîsyona navneteweyî bombe li çeteyan barandin û di encamê de 10 çete hatin kuştin.

Şervanên QSD'ê her bi pêş ve diçin.