Dorpêçî û êrîşên li Xerabê Bava dewam dikin

Gundê Xerabê Bava ev 12 roj in ji aliyê hêzên dewleta Tirk ve hatiye dagirkirin. Balafirên keşfê yên bê mirov Heron bênavber li ser gund digerin. Liv û tevgera helîkopteran jî, danê vê sibehê dewam kir.