‘Dixwazin xebatkarên çapemeniya azad bêdeng bikin’

Xebatkarên çapemeniya azad û OGC, qetlamên dewleta Tirk a li Cizrê, gef, binçavkirin û girtin protestokirin, bal kişad ser ku dixwazin xebatkarên çapemeniya azad ên ku polîtîkayên qetlîaman diyar dikin bêdeng bikin.

Xebatkarên çapemeniya azad û OGC, qetlamên dewleta Tirk a li Cizrê, gef, binçavkirin û girtin protestokirin, bal kişad ser ku dixwazin xebatkarên çapemeniya azad ên ku polîtîkayên qetlîaman diyar dikin bêdeng bikin.

Cemiyeta Rojnamegerê Azad (OGC) ji bo şermezarkirina qatlîama ku hêzên dewletê li navçeya Cizîrê ya Şirnexê li 3 jêrzemînên avahiyan de pêk anîn û di jêrzemîna avahiya yekemîn de Midûrê Karên Nivîsan ê Rojnameya Azadiya Welat Rohat Aktaş jî heye û jî agahî nayê wergirtin li ber avahiya KURDÎ-DER'ê daxuyanî da çapemeniyê. Ji rojnamegerên ku ji "Nobeta Nûçe" hatine Amedê Fatîh Polat, Fehîm Işik jî beşdarî daxuyaniyê bûn û piştgirî dan. Hevserokê OGC'ê Heqî Boltan daxuyanî xwend û wiha got: "Piştî hikûmeta AKP’ê li Kurdistanê konsepta şerê taybet xist meriyetê, li Kurdistanê roj bi roj kuştina mirovan zêde dibe. Êdî kuştina mirovên li Kurdistanê bûye kuştinek ji rêzê û raya giştî li hemberî vê yekê bêdeng e. Hêzên dewletê li Cizîr, Sûr û gelek bajarên Kurdistanê raste rast komkujiyê pêk tîne û vê yekê wekî “operasyonên paqijiyê” bi nav dike. Li hemberî vê polîtîkaya komkujiyê çapemenî tê bêdengkirin. Çapemeniya ku rastiyan bi raya giştî re parve dike jî dengê wê tê qutkirin. Xebatkarên wê rastî êrîşên çekdarî tên. Tên binçavkirin û girtin." 
Boltan anî ziman ku li Cizîrê li ber çavên hemû cihanê mirovahî tê qetilkirin û hêzên dewletê bi fermana Serokomar Recep Tayip Erdogan û Serokwezîr Ahmet Davutoglu, li ser navê "Paqijiyê" komkujiyên qirêj pêk tîne. û wiha berdewam kir: "Mirovan di jêrzemînên avahiyan de înfaz dike û wekî “terorîst” bi nav dike. Bi komî tên înfazkirin. Herî dawî di 7’ê Sibatê de li jêrzemînên 2 avahiyên li Cizîrê bi dehan mirovên birîndar û asê mane ji aliyê hêzên dewletê ve hatin qetilkirin. Midûrê Karên Nivîsê yê Rojnameya Azadiya Welat Rohat Aktaş jî agahî jê nayê girtin. Nûçegîhanên DÎHA’yê Nazim Daştan û Feyyaz Îmrak hatin binçavkirin. Serfermandariya Artêşê ferman da çapemeniya hawiza ku bêyî wan nûçeyan ji Cizîrê derbas nekin." 

'20 ROJ JI AKTAŞ AGAHÎ NAYÊ GIRTIN'

Boytan destnîşan kir ev 20 roj in ku ji Midûrê Karên Nivîsan ê Azadiya Welat Rohat Aktaş agahî nagirin û heke tiştek hatibe serê wî ev yek înfaz e û beprisyar jî hikûmet û dewlet e. Boltan wiha pêde çû: "Em dibînin hêzên dewletê li aliyekî li Cizîrê û bajarên Kurdistanê komkujiyê pêk tînin, li aliyê din ji bo vê komkujî û pêkanînên xwe yên qirêj veşêre fermanê dide çapemeniyê. Em ji rewşa hevalên xwe yên rojnameger bi fikar in. 20 Roj berê hevalê me yê Rojnameger Rohat Aktaş birîndar bû û em niha tu agahiyê jê nagirin. Ger ku tiştek hatibe serê Aktaş em dibêjin ev raste rast înfaz e û berpirsiyarê vê yekê jî hikûmet û dewlet e."

'HETA ÇAPEMENİYA AZAD HEBE RASTÎ NAYÊ VEŞARTIN'

Boltan got ku ew wekî Cemîyeta Rojnamegerên Azad êrîş û komkujiya li Cizîrê û herêmê pêk tê, êrîşên li ser çapemeniyê ku bi armanca veşartina rastiyan zêde dibin jî şermezar dikin. Baltan herî dawî ev tişt anî ziman: " Herdu hevalên hatine binçavkirin û hemû hevalên girtî bila demildest serbest ben berdan. Em tu carî li hemberî van êrîşan bêdeng namînin. Em wê heta dawî şopdarê rastiyan bin û heta dawî bibin dengê rastiyan. Heta ku çapemeniya azad hebe, tu hêz nikare dengê rastiyan qut bike û rastiyan bincil bike." 

'LI VIR ROJNAMEGEREK JÎ AZAD NEBE EM JÎ LI ROJAVA NE AZAD IN'

Gerînendeyê Giştî yê Rojnameya Evrenselê Fatîh Polat ê ku ji bo "Nobeta Nûçe" hate Amedê jî di daxuyaniyê de axivî û diyar kir ku li kolanan çek dayîna serê hempîşeyên wan û kirina hedefe guleyan wan dixe fikaran. Polat wiha axivî: "Li vir azadnebûna rojnamegerekî tê wateya ku li rojava em jî ne azad in. Ji bo vê em hatin vê derê nobetê bigirin. Li aliyê din divê herdu rojnamgerên DÎHA'yên hatine binçavkirin bên berdan. Di demên dawî de hejmareke zêde rojnamegerên ku bikevin dîroka cihanê hatin girtin. Bêrîtan Canozer tevgera wê ya bi heyecan e hate nîşandan û hate girtin. Hempîşeyên me yên din jî li ser karê xwe hatin binçavkirin û girtin."

Çalakî bi çepik û dirûşma "Çapemeniya Azad nikare bê bedengkirin" bi dawî bû.