BI DÎMEN

'Divê Kongreya Neteweyî demildest bê lidarxistin'

Nûnerên saziyên Kurdan gotin, ji bo parastina axa Kurdistanê û xurtkirina yekîtiya neteweyî, divê bi lezgînî Kongreya Neteweyî ya Kurd bê lidarxistin.

Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven, Sekreterê Giştî yê Komeleya Şoreşger û Demokratîk a Kurd Abdulhay Okûmûş û Koordînatora Tevgera Azadî Dûysal Karataş gotin, ji bo parastina axa Kurdistanê û xurtkirina yekîtiya neteweyî, divê bi lezgînî Kongreya Neteweyî ya Kurd bê lidarxistin.

'KONGREYA NETEWEYÎ XEWNA GELÊ KURDISTANÊ YE'

Hevseroka KCD'ê Leyla Guven da xuyakirin, ku pêkhatina Kongreya Neteweyî xewna salan a gelê Kurd e û destnîşan kir, ku kombûna Kongreya Neteweyî wê bibe mizgîniya herî mezin ji bo gelê Kurd. Guven got, "Di vê serdemê de ku hêzên dagirker dixwazin ji nû ve sînorên Rojhilata Navîn diyar bikin, girîngî û pêwîstiya kongreyê hîn zêdetir derdikeve pêş. Bi salane diviya Kongreya Neteweyî ya Kurd hatiba lidarxistin û daxwazên gelên Kurdistanê hatiban nîqaşkirin. Lê mixabin ji ber gelek sedeman heta niha kongre nehatiye lidarxistin. Sedemê vê yekê jî divê em nebêjin; ji ber van rêxistinan yan jî ji ber van kesan pêk nehat. Divê rojek ji rojekê zûtir em li hev bicivin û kongreya xwe pêk bînin."

'GELÊ KURD DAXWAZÊN XWE DIQÎRE'

Leyla Guven, pêşniyarên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên ji bo Kongreya Neteweyî nirxand û got, "Rêberê Gelê Kurd rêzdar Ocalan bi keda xwe ya salan gelek caran kongre ji bo gelê Kurd pêşniyar kir. Divê em qet ji bîr nekin rêzdar Ocalan di hemû hevdîtinên xwe yên li Îmraliyê de li ser lidarxistina kongreyê rawestiya û ji bo tevgerên Kurd pêşniyar kir. Projeyên rêzdar Ocalan ne tenê ji bo parçeyekî Kurdistanê ye. Projeyên Ocalan ji bo çar aliyên welat in û li Rojhilata Navîn lêkolînên wî yên girîng hene. Rêber Ocalan gelek caran dibêje, 'Eger civakek bixwaze sîstema xwe ava bike, ne pêwîste ku li hêviya hinekan bisekine'. Divê em li ser daxwaza gelê Kurd rawestin. Gelê Kurd bi salan e li her aliyên welêt daxwaziyên xwe diqîre. Divê hemû siyasetmedarên Kurd jî bi erk û berpirsyariya xwe rabin û demildst ji bo lidarxistina kongreyê bikevin nava liv û tevgerê."

'DIVÊ KONGRE BI LEZGÎNÎ BÊ LIDARXISTIN'

Sereterê Giştî yê Komeleya Şoreşger û Demokratîk a Kurd (DDKD) Abdulhay Okûmûş jî anî ziman ku divê rojek ji rojekê zûtir çar aliyên Kurdistanê kom bibin û Kongreya Neteweyî lidar bixin. Okûmûş da xuyakirin, ku di vê dema dîrokî de kongre ji bo Kurdan ji av û nan bêhtir pêwîst e û axaftina xwe dom kir: "Em weke gelê Kurd gelek dereng mane ji bo kongreyê. Divê beriya çend salan em weke rêxistinên Kurd hatiban cem hev û kongreya lidar xistibûna. Hêzên dagirker li ser Rojhilata Navîn xwedî plan, lîstik in û li pey pêşeroja xwe ne. Di vê demê de jî bê Kurdan kaosa li Rojhilata Navîn nayê çareserkirin. Ji bo ku pirsgirêka neteweya Kurd çareser bibe, divê Kurd li ser nirxê neteweyî bi armancên Kurdistanî kom bibin û kongreya xwe pêk bînin. Dema ku Kongreya Neteweyî jî pêk bê divê tenê bi hêzên Kurd re pêk bê. Kongre divê bi armanc û xweseriya Kurdistanê pêk bê. Li Rojhilata Navîn hêzên dagirker sînoran jî nû ve diyar kirin. Lewma di vê dema dîrokî de divê êdî Kurd bibin xwedî statu û divê bi lezgînî Kongreya Neteweyî ya Kurd were lidarxistin.”

'PÊWÎSTE SEKNA SAZÎ Û DEZGEHÊN KURD ZELAL BE'

Kordînatora Tevgera Azadî Dûysal Karataş diyar kir, di dîroka Kurdistanê de bi salan Kurd ji aliyê hêzên dagirker ve hatin kuştin û got, "Hêzên dagirker ên li Kurdistanê, bi planên xwe yên qirêj Kurdistan kirin çar parçe. Di demek ewqas girîng de ku sînorên Rojhilata Navîn ji nû ve têne diyarkirin, girîng e gelê Kurd di vê pêvajoyê de yekîtiya xwe ava bike û bi lezgînî kongreya xwe ya neteweyî lidar bixe. Li hemberî hemû êrîşên li dijî Kurdan divê sekna hemû sazî û dezgehan zelal be. Em bi her awayî ji bo Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê amade ne. Êdî dem dema jixewşiyarbûna Kurdan hatiye. Ne dema raketina Kurdan e. Feyda ti dewletan li me nîne. Di vê demê de her hêz êrîşî Kurdan dike. Bila ji vê xewa bêdengiyê rabin. Dem dema xurtbûna yekîtiya Kurdan e. Dem dema pêkanîna Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê ye."