'Divê hemû hêzên siyasî di azadkirina Şengalê de cih bigirin'

Koordînasyona Civata Êzidî ya Demokratîk got, "Di serî de partî û hêzên Kurdistanî em bang li hemû hêzên dixwazin di pêngava azadkirina Şengalê de cih bigirin dikin, ku li ser vê bingehê bi hevkarî tevbigerin."

Koordînasyona Civata Êzidî ya Demokratîk di salvegera yekemîn de der barê Qirkirina Şengalê de daxuyaniyek weşand û got, "Di serî de partî û hêzên Kurdistanî em bang li hemû hêzên dixwazin di pêngava azadkirina Şengalê de cih bigirin dikin, ku li ser vê bingehê bi hevkarî tevbigerin."

Di daxuyaniya nivîskî ya koordînasyonê de hat gotin, "Di salvegera yekemîn a qirkirina Şengalê de, em bi hezaran mirovên me yên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dan, bi dehan hevrêyên xwe yên di têkoşîna li dijî DAIŞ'ê de bi lehengî şer kirin û şehîd ketin bi rêzdarî bibîr tînin û bejna xwe li ber bîranîna wan ditewînin. Em soza xwe dubare dikin ku weke şopdarên xeyal û têkoşîna wan, em ê serketin û azadiyê radestî gelên xwe bikin."

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku ew êş û hêrsa hemû gelên rastî hovîtiya çeteyên DAIŞ'ê tên parve dikin û biryardariya xwe ya ji bo piştgirî û têkoşîna hevpar careke din destnîşan kir.

Koordînasyona Civata Êzidî ya Demokratîk a demokratîk bibîr xist ku weke civata Êzidî ew gelek caran li komkujî û qirkirinê rast hatine, ji cih û warên xwe bûne, ji her alî ve mexdûr bûne û got, "Fermana 73'an a ku faşîzma DAIŞ'ê kir, di nava van trajediyan de ya herî bi êş bû. Û tê zanîn ku rê li ber encamên gelekî kûr vekiriye."

Koordînasyonê ragihand ku di herikîna dîrokê de, ji ber psîkolojiya xwe parastinê weke civata Êzidî wan her tim xwe ji cîhana derve girtine ev xal destnîşan kir:

"Dersa herî girîng a qirkirina 73'an da civata Êzidî ew e, ku pêwîste li ser bingeha rêxistinbûyîn û hevgirtinê hêza têkoşînê were afirandin. Pêwîste em êdî nebin cihê ku li ser siyaset tê kirin, em bibin kirdeya siyasetê bi xwe dimeşîne. Divê were zanîn ku bi vê komkujiyê re êdî ne pêkane Êzidî mîna berê di bin serdestiyê de bên hiştin. Ji ber vê yekê, tevî hemû zor û zehmetiyan, di nava salekê de li Şengalê hewldanên ji bo xwe rêvebirin û xwe parastinê derketin holê, ev yek gelekî giranbuha ye. Vê sekna têkoşîna bi vîn a li Şengalê di nava civata me Êzidiyan a li çar aliyên Kurdistanê û derveyî welat, rê li ber kelecan, moral û îlhamê vekiriye. Ji vê sekna bi vîn a Êzidiyan, di serî de rêveberiya herêmî ya Kurdistanê divê hêzên Kurdistanî netirsin. Ev sekna xwedî vîn a Êzidiyan wê Kurdistanê qels neke, berevajî wê xurt bike. Lê belê wê hin hêzên hînê hewl didin li ser Êzidiyan bigihêjin armancên xwe yên desthilatdariyê, lawaz bike.

Bi qirkirina Şengalê re ya ku bi destê çeteyên DAIŞ'ê hat xwestin bê kirin, valakirina Şengalê, hilweşandina cihê pîroz û bi vî rengî bi tinekirina Şengalê re ji holê rakirina Êzidiyatî ye. Eger îro behsa Êzidiyatiya li Şengalê tê kirin, eger îro behsa berxwedanê tê kirin, ev yek bi saya Êzidiyên me yên tevî hemû êş û zehmetiyan bi fedekariyeke mezin li çiyayê Şengalê ne... Ji ber her şêwe destekê em şukranên xwe pêşkêşî Kantona Cizîrê dikin. Civata Êzidî tevî ku dijminên xwe û xiyanet ji bîr nekiriye, wê yên di rojên zehmet de Êzidî bi tenê nehiştin û li cem wan cih girtin jî ti carî ji bîr neke."

Koordînasyona Civata Êzidiyan a Demokratîk bal kişand ser berxwedana şervanen azadiyê yên li çiyayê Şengalê û destnîşan kir ku dem hatiye ev berxwedan were mezinkirin û bi azadkirina Şengalê re bê tacîdarkirin.

Koordînasyonê ev bang li hêzên Kurdistanî kir:

"Di serî de partî û hêzên Kurdistanî em bang li hemû hêzên dixwazin di pêngava azadkirina Şengalê de cih bigirin dikin ku berjewendiyên teng û partiyê deynin aliyekî; li ser bingeha cihgirtina di vê pêngavê de bi hevkarî tevbigerin. Berpirsyariya neteweyî û dîrokî, nêzîkatiya însanî û wijdanî, kêmasiyên berê çi dibin bila bibin, vê yekê ferz dike. Weke civata Êzidî em jî nêzîkatiya hemû hêzan li pêngavê binirxînin û li gorî wê helwestê nîşan bidin. Lê belê divê were zanîn ku di her şert û mercî de em bi îdîa û biryar in ku azadkirina Şengalê li ser esasê hêza xwe pêk bînin." 

Koordînasyonê her wiha ji bo Şengaliyên berê xwe didin Ewropayê diyar kir, ku koçberiya ber bi Ewropayê, tê wateya temamkirina armancên DAIŞ'ê û destnîşan kir ku çûyîna Ewropayê rizgarî nîne. 

Koordînasyonê da zanîn ku di pêvajoya ji niha û pê ve de ew bwer in civata Êzidî û dostên wan wê li ser bingeha azadkirina Şengalê de hîn bêhtir xwedî li berxwedanê derkevin û herî dawî ev bang li raya giştî ya demokratîk kir:

- Weke civata Êzidî em radigihînin ku ji her demê bêhtir pêwîstiya me bi yekîtî û hevgirtinê heye.

- Em bang li tevahiya Êzidiyên li Kurdistan û çar aliyên cîhanê dikin ku xwe bi rêxistin bikin û li ser bingeha azadiya Şengalê bikevin nava tevger û çalakiyan.

- Di pêngava azadkirina Şengalê de em bang li ciwanên xwe yên Êzidî dikin ku berê xwe bidin Şengalê û tevlî refên berxwedanê bibin.

- Tevî şert û mercên giran jî gelê me îro jî li Şengalê sekna xwe ya bi rûmet diparêze û xaka xwe ya pîroz naterikîne. Pêwîstiya gelê me yê li vir bi alîkariya madî, jiyanî heye. Di serî de civata me ya Êzidî em bang li tevahiya dostên xwe dikin ku ji nû ve dest bi kampanyayên alîkarî û piştgiriya Şengalê bikin.

- Ji faşîzma DAIŞ'ê ya bi zîhniyeta serdestiya mêr herî zêde jin û zarokên Êzidî zerar dîtin, êş kişandin. Di serî de jinên Êzidî em bang li tevahiya tevgerên jinan, derdorên demokratîk û saziyên însanî yên navneteweyî dikin ku piştgiriyê bibin jin, gel û hêzên berxwedana Şengalê û yekîtiya têkoşînê ava bikin.

- Di 3'ê Tebaxê roja destpêkirina komkujiya li Şengalê de em bang li gelê xwe û raya giştî ya demokratîk dikin ku li çar aliyên cîhanê çalakiyan lidar bixin."