BI DÎMEN

'Divê girtiyên nexweş derhal bên berdan'

Hevserokê TUHAD-FED'ê Cahît Demîrkiran diyar kir, binpêkirina mafên mirovan a li girtîgehan piştî hewldana darbeyê derketiye asta herî bilind û got, girtiyên nexweş bi zanebûn nayên dermankirin.

Ji ber Rewşa Awarte ya piştî hewldana darbeyê hat ragihandin, zexta li girtiyên nexweş û girtiyên siyasî, roj bi roj zêde dibe.

Hevserokê Federasyona Komeleyên Piştgirî û Alîkariya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re (TUHAD-FED) Cahît Demîrkiran da xuyakirin, girtiyên nexweş bi taybetî yên siyasî, bi zanebûn nayên dermankirin û got, sewqa wan a nexweşxaneyê dereng tê xistin, wan dernaxînin revîreyê. Demîrkiran diyar kir, ji hin girtiyan re rapora 'nabe li girtîgehê bê girtin' hatiye dayîn, lê tevî vê yekê jî bi zanebûn nayên berdan. Demîrkiran der barê mijarê de ji ajansa me re axivî.

'MAFÊ JIYANÊ JI NEDÎTÎ VE TÊN'

Demîrkiran bal kişand ser sewqa girtiyên nexweş a ji girtîgehan û destnîşan kir, ku dema girtî digihêjin ber mirinê, hingî tên berdan. Demîrkiran ji bo vê yekê jî mînak da û got, "Mûrat Ekîn 21 salan li girtîgehê ma û hefteya derbasbûyî dema li nexweşxaneya Silêmaniyeyê dihat dermankirin jiyana xwe ji dest da. Mecît Gumuş berî 2 hefteyan jiyana xwe ji dest da. Mehmet Meşe, Alî Alp, Riza Kazici û gelek kesên din mîna wan hene. Yanî mafên wan ên jiyanê ji nedîtî ve tên. Dema digihêjin ber mirinê, hingî tên berdan. Ne li girtîgehê bi rengekî têrker tên dermankirin, ne jî li derve dema wan dimîne. Ev mînakên dawî ne. Gelek mînakên weke van hene."

'DERMAN NAKIN'

Demîrkiran da zanîn, di pêvajoya heyî de rewş gelekî hatiye guhertin, tedawiya girtiyên nexweş nayê kirin û ragihand, tevî ku girtî nexweş in, li hucreyên yek kesî tên girtin. Demîrkiran işaret bi Engîn Aktaş kir ku demeke dirêj e nexweş e û got, "Engîn Aktaş li girtîgeha Menemen a Îzmîrê tê girtin. Girtiyeke nexweş e ku du milên wî nîne û nikare bi tena serê xwe bijî. 3 caran rapora 'nabe li girtîgehê bimîne' jê ra hatiye dayîn. Lê tevî vê yekê jî nayê berdan. Tevî vê yekê bi têrkerî nayê dermankirin. Li dijî vê rewşê hevalê me yê girtî Engîn Aktaş ket greva birçîbûnê ya 7 rojan. Da xuyakirin, ku eger tedawiya wî têrker neyê kirin, ew ê vê greva birçîbûnê ya 7 rojan veguherîne greva bêdawî. Eger ev mirov li girtîgehan tên girtin, hingî ji mafên wan ên tenduristiyê û jiyanê dewlet berpirsyar e. Lê belê ev mafên wan nayên parastin."

'LI HUCREYA YEK ŞEXSÎ DIMÎNIN'

Demîrkiran têkildarî rewşa Sîbel Çapraz a li girtîgeha Menemen a Îzmîrê tê girtin agahî da, ku yek ji girtiyên nexweş e û anî ziman, girtiya nexweş Çapraz ev 2-3 meh in nexweşiyeke giran lê der bûye, lê tevî wê birîna xwe ya giran jî li hucreya yek şexsî tê girtin. Demîrkiran da xuyakirin, ku şert û mercên girtîgehê diyar in û got, "Rûtûbet gelekî zêde ye û rîsk heye ku di her kêliyê de mîkrop bigire. Li dijî van hemûyan weke TUHAD-FED'ê em karê xwe yê hiqûqî didomînin û giliyê dikin. Lê belê di dema dawî de ji ber Rewşa Awarte bersiv ji giliyên me bi rêya parêzeran kirine nayê dayîn. Em gihîştine demeke welê, ku xwe weke yên xwedî li mîrateya Esat Oktay û Kenan Evren derdikevin, dibînin. Zext û zordariya ne kêmî ya dema 12'ê Îlonê tê kirin. Û divê were destnîşankirin, ku eger girtiyên nexweş siyasî be, weke mafekî her tişt lê tê kirin."

'TÊKILIYA BI DERVE RE BI TEMAMÎ TÊ BIRÎN'

Demîrkiran bal kişand ser rewşa girtiyên din ên li girtîgehan û anî ziman, beria niha bi çend rojan girtiyekî 75 salî ji ber ku nimêj kiriye, secadeya wî hatiye desteserkirin. Demîrkiran destnîşan kir, ku li girtîgeha Meletiyê jî nameyên diçin girtîgehan ji girtiyan re nayên dayîn û nameyên girtiyan jî ji girtîgehê nayên derxistin. Demîrkiran destnîşan kir, ku têkiliya girtiyan a bi derve re bi temamî tê birîn.

'DIVÊ GIRTIYÊN NEXWŞE WERIN BERDAN'

Demîrkiran got, "Helwesta dewletê ya li dijî girtiyan, li derveyî mirovahiyê ye" û diyar kir, çi dibe bila bibe ew ê vê rewşê qebûl nakin. Demîrkiran got, "Mirovên îro qanûnên xwe binpê dikin, wê sibe hesab bidin hiqûqê û edaletê. Aqûbeta Kenan Evren û Esat Oktay çi be, yên îro jî wê bi heman rengî be. Lewma divê derhal li edaletê vegerin û dawî li vê bêhiqûqiya li girtîgehan bînin." Demîrkiran herî dawî destnîşan kir, ku girtiyên nexweş xeta wan a sor e û divê derhal serbest bên berdan.

...