'Divê ciwanên Kurd nerazîbûna xwe ya li dijî dewleta Tirk nîşan bidin'

Koordînasyona Komalên Ciwan: Dewleta TC, ji ber têkçûna xwe ya li pêşberî têkoşîna bi salan a gelê Kurd, di serdema xwe ya herî qels de ye. Sedema van êrîşên hovane jî tirsa tinebûnê ye.

Koordînasyona Komalên Ciwan daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir, dewleta Tirk a faşîst mêtînger û çeteyên wê, bi komkujî, îşkence û zilma ku bi rojan e li gundên Xerabê Bava û Talatê yên Nisêbînê dikin, rûyê xwe yê reş û faşîst careke din raxistine pêş çavan.

Koordînasyona Komalên Ciwan da xuyakirin, ji bilî komkujiyê tiştekî ku zîhniyeta faşîst a mêtînger ji bo gelê Kurdistanê dixwaze nîne û wiha dewam kir: "Rayedarên vê hikûmeta dewleta faşîst, di her kêliyê de vê yekê tînin ziman û dibêjin, ku wê komkujî dewam bikin. Bêdengiya li pêşberî van komkujiyan, wê cesaretê bide dewleta TC ji bo hîn bêhtir komkujiyan bike. Dewleta TC, şert û mercên zivistanê ji bo xwe weke firsendê dibîne û komkujiyan li gel dike. Divê ciwan bersiva pêwîst bidin û van komkujî û zextên li gel tên kirin, qebûl nekin.

AKP û bloka faşîst, di plana qirkirina Kurdan de bûne yek û ev konsept piştî hilbijartinên 7'ê Hezîranê ketiye meriyetê. Ev polîtîkayên piştî hilbijartinên 7'ê Hezîranê ketin meriyetê, encama bûyerên siyasî yên rojane nîne; ev yek stratejiyeke hevpar a hêzên dewleta faşîst e. Di çarçoveya vê stratejiyê de, di destpêkê de êrîşî bajarên me kirin, niha jî êrîşî gundan dikin. Eger bêdengî li pêşberî van êrîşan dewam bike, wê êrîş zêdetir bibin. Bloka faşîst a ji AKP û hêzên neteweperst pêk tê, planên ji bo derxistina şerê navxweyî gav bi gav bi cih tîne."

Koordînasyona Komalên Ciwan da xuyakirin, ku hemû gavên piştî 7'ê Hezîranê ji aliyê bloka faşîst ve hatin avêtin, ji bo derxistina şerê navxweyî û pêkanîna komkujiyên mezin li ser gelê Kurd e. Koordînasyonê wiha dewam kir: "Ev çeteyên di bin navê SADAT de li nava artêş û polîsan hatine birêxistinkirin, mîna rêxistinbûna HOH a SS a li Elmanya Hîtler, ji bo qirkirinê hatine avakirin. Dewlet di her gavê de bi rengekî vekirî gefa şerê navxweyî dixwe. Ev gef parçeyek ji stratejiya hevpar a bloka faşîst e. Zextên tên kirin, tevî ku pêwendiya xwe bi referandûmê ve heye, ji encama wê cudatir e.

Encama referandûmê çi dibe bila bibe, bloka faşîst ê şerê navxweyî derxîne. Encama 'erê' wê tenê destê wan xurtir bike. Divê ciwanên Kurd van planan bibînin û li gorî vê rastiyê tevbigerin. Bi çalakî û serhildanan divê pêşî li êrîşên çeteyên faşîst ên li Kurdistanê dikin, bên bê girtin. Ev hêzên faşîst roj bi roj xwe bêhtir birêxistin dikin. Girîng e ciwanên Kurd bi çalakiyên xwe, pêşî li van êrîşan bigirin û vê rêxistinbûna çeteyan asteng bikin. Li pêşberî vî şerê topyekûn ê qirkirinê, ku li dijî gelê me tê kirin, em neçar in rêxistinbûna xwe bi çalakiyan xurtir bikin.

Ev êrîşên dewleta TC ne ji ber xurtbûna wê, lê ji ber qelsbûna wê ye. Rayedarên dewleta Tirk her gavê dibêjin, ew şerê man û nemanê didin. Dewleta TC, ji ber têkçûna xwe ya li pêşberî têkoşîna bi salan a gelê Kurd, di serdema xwe ya herî qels de ye. Sedema van êrîşên hovane jî tirsa tinebûnê ye. Dewleta TC, di encama têkoşîna 40 salî ya gelê me de hatiye ber têkçûnê. Ev têkoşîna me ya ku bi ked û berdêlên gelekî mezin hat meşandin, di pêvajoya encamgirtinê de ye. Di vê serdemê de lazim e ciwanên Kurd ji her demê bêhtir bi çalakiyan bikevin nava tevgerê û hê bi çalak beşdarî nava têkoşîna qedandina rejîma faşîst bibin. Ya ku her tim ciwanên Kurd bi rêxistin kir û xurt kir, çalakî ye. Li dijî van pêkanînên faşîst, pêwîste ciwanên Kurd hemû hêzên êrîşî gel dikin û li cem êrîşkaran cih digirin, bikin hedefa xwe û bi vî rengî nerazîbûna xwe nîşan bidin. Li hemberî van zaliman ku bi bêdengkirina gel a li pêşberî îşkence û zilmê dixwazin wijdanê civakê bikujin, lazim e ciwan bêdeng nemînin."