Apr 24, 2017

'Divê ciwan li dijî sîstema rê li ber krîzê vedike, bikeve nava tevgerê'

Rêxistina Ciwanên Welatparêz a Başûrê Kurdistanê, li fakulteya perwerdeyê ya zanîngeha Kerkûkê semînerek bi mijara "Di çareserkirina krîzê de rola ciwanan" lidar xist.

Thursday, January 12, 2017 7:30 AM
KERKÛK - ANF

Endamê Rêxistina Ciwanên Welatparêz Brûsk Kerkûkî li semînerê axivî û diyar kir, krîza siyasî, aborî û civakî ya li Başûrê Kurdistanê, ku ev 2 sal lin dewam dike, ji ber hêzên desthilatdariyê û sîstema heyî ya siyasî rû daye. Kerkûkî bibîr xist, çareserkirina krîzê li aliyekî, ev krîz roj bi roj kûrtir dibe û got, "Ciwan bi rêxistinbûna li her cihî dikarin li ber vê sîstemê rabin."

Kerkûkî destnîşan kir, ciwan hêza herî mezin a guhertinê ye û got, "Ciwan hêza herî dînamîk a civakê ye. Bêguman emr jî girîng e, lê belê ciwantî ne tenê mijareke temen e. Pêwendiya ciwantiyê bi lêgerîna li nûbûnê heye.

Civaka desthilatdarîparêz li pêşiya vê lêgerîna ciwanan asteng e. Li dijî sîstema heyî ya zordar û bi pirsgirêkan dagirtî, ciwan bi xwerêxistinkirin û zanekirina civakê dikarin bi rola xwe ya pêşengiyê rabin. Ji bo sîstema ku rê li ber krîzê vedike û zextê li civakê dike ji holê were rakirin, divê ciwan bikevin nava tevgerê û bibin hêza pêşeng."