BI DÎMEN

'Divê AKP derhal ji şaşiyê vegere û heyetek biçe Îmraliyê'

Ji ber ku agahî ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nayê girtin, fikarên Kurdistaniyan roj bi roj zêde dibin. Ji Êlihê jî banga "Tecrîdê rake, muzakereyan bide destpêkirin" hat kirin.

Ji ber ku agahî ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nayê girtin, fikarên Kurdistaniyan roj bi roj zêde dibin. Ji Êlihê jî banga "Tecrîdê rake, muzakereyan bide destpêkirin" hat kirin.

Hevserokê MEYA-DER'ê Şukru Baytar, parêzer Mehdî Oztutun û Alîkarê Hevşaredarên Êlihê Nasir Taş li ser mijarê ji ANF'ê re axivîn.

BAYTAR: DIVÊ HEVDÎTIN BI OCALAN RE BÊ KIRIN

Hevserokê MEYA-DER'ê Şukru Baytar: Desthilatdariya AKP'ê bi van darbekaran re nikare şerê xwe yê qirêj ê li Kurdistanê mafdar nîşan bide. Ji ber ku Kurd Kurdên berê nînin. Gelê Kurd gihaştiye wê asta polîtîk ku van rêbazan analîz bike. Gelê Kurd vê lîstika şanoyê ji nêz ve dişopîne. Di rewşa heyî de ya ku gelê Kurd herî zêde dixe nava fikaran Îmrali ye. Zêdeyî saleke agahî ji Îmraliyê nayê girtin. Weke nûnerên saziyê, em jî bi fikar in. Civak dibêje, 'bila raya giştî ya cîhanê zextê bike û saziyên pêwendîdar li Îmraliyê hevdîtinê bikin'. Em jî xwedî heman baweriyê ne.

OZTUTUN: HEVDÎTIN JÎ TÊRÊ NAKE, DIVÊ MUZAKERE DESTPÊ BIKE

Parêzer Mehdî Oztuzun: Rêberê Gelê Kurd Birêz Ocalan di mijara darbeyê de AKP û Erdogan hişyar kiribû. Bi taybetî gotibû, divê çareseriya pirsgirêka Kurd ji hêzên emperyalîst re neyê hiştin. Di dema Ozal de jî hişyar kiribû, ku hêza darbeyê ya dixwaze dest bavêje pirsgirêka Kurd heye. Di dema Erdogan de jî heman hişyarî kir. Bi dîtina min, hê ev hêza darbeyê neqediya ye. Li ser vê pirsgirêkê Birêz Ocalan gelek caran hikûmet hişyar kir. Helwesta herî zelal a li hemberî darbeyan, Tevgera Kurd û Rêberê Gelê Kurd nîşan dan. Yê got di 28'ê Sibatê de mutabaqata Dolmabahçeyê eşkere bike jî, dîsa Rêberê Gelê Kurd e. Lewma bala gelê Kurd û hemû gelên bindest li Îmraliyê ye. Û eger di encama hevdîtina bi Ocalan re muzakere destpê bike, wê ev yek ji bo bêbandorkirina hêza darbeyê, gaveke girîng be. 

Eger muzakere pêk neyê wê hêza darbeyê her li ser kar be. Li hemberî vê hêza darbeyê, divê derhal rêyên diyaloga bi Ocalan re bê vekirin. Lê hevdîtin jî têrê nake, divê yekser muzakere destpê bike.

TAŞ: DIVÊ HIKÛMET JI ŞAŞIYÊ VEGERE

Alîkarê Hevşaredarê Êlihê Nasir Taş: Em di pêvajoyeke ku ne kêmî darbeyê de ne. Di dema muzakereyê de Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan timî qala hêza darbeyê dikir. Dabû xuyakirin ku eger pirsgirêka Kurd neyê çareserkirin wê hêza darbeyê bikeve dewrê, ev ê xetere be û ev tespîtên wî piştrast bû. bi taybetî ev saleke şerê li Kurdistanê giran bûye, piştre bi hewldana darbeyê û Rewşa Awarte Tirkiye ji rê derketiye. Eger veger li normên demokratîk bê kirin û demokrasî û azadî bê misogerkirin wê ev yek bi kêrî hemû gelan bê. Temînatê yekane yê vê jî Birêz Abdullah Ocalan e. Divê der hal heyete biçe Îmraliyê. Vê gavê, işareteke vê nîne. Di ser re, biryara qedexekirina hevdîtinê di nava 3 mehên Rewşa Awarte de, fikaran zêdetir dike. Fikarên gelê Kurd di asta herî bilind de ne. Pêwîste hikûmet derhal ji vê şaşiyê vegere. Di demeke ewçend nezelal de qutkirina têkiliya bi Îmraliyê re manîdar e. Lewma divê derhal heyetek biçe Îmraliyê.

...