BI DÎMEN

Dîmenê wesayîta zirxî ya ji aliyê gerîla ve hat teqandin

Gerîla TV dîmenê çalakiyek li hemberî konvoya leşkerî ya roja 10'ê Tîrmehê diçû qereqola Bezelê ya Şemzînanê weşand. Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê ragihandibû, ku di vê çalakiyê de 9 leşker hatine kuştin.

Di dîmenê ji aliyê Gerîla TV ve hatiye weşandin de tê dîtin, maşîneke zirxî û leşkerekî kontrola rê dikir bi hewa dikevin.

Di daxuyaniya HPG'ê ya li ser mijarê de ev agahî hatibû dayîn:

"Li hemberî konvoyeke leşkerî ya diçû qereqola Bezelê ya Şemzînanê, roja 10'ê Tîrmehê saet di navbera 11:00-12:00 de, di navbera gundên Sirinus û Dêrebanê de çalakî hat lidarxistin. Di encama vê çalakiya sabotajê de maşîna zirxî ya bi tîpa Kobra bi temamî îmha bû û 9 leşker hatin kuştin."