BI DÎMEN

Dîmenê çalakiyên birîna rê û sabotajê yên li Ebexê

Gerîla TV, dîmenê çalakiyên gerîla yên birîna rê û sabotajê, ku di 24'ê Gulanê de li navçeya Wan Ebexê hatin lidarxistin, weşand.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê di daxuyaniyeke xwe ya beriya niha de li ser van çalakiyan ev agahî dabû:

"Roja 24'ê Gulanê saet di 11:30 de, hêzên gerîla rêya navbera Ebex a Wanê û Bazîd a Agirî birîn. Di çalakiyê de 6 wesayîtên dewletê hatin şewitandin û îmhakirin.

Piştî vê çalakiyê, saet di 17:00 de maşîneke zirxî ji bo destwerdanê hat herêmê. Hêzên gerîla li hemberî vê maşîna zirxî jî çalakiya sabotajê pêk anîn û bi çekên ferdî derbên xurt lê dan. Di encama vê çalakiyê de wesayît bi temamî îmha bû; zêdeyî 9 leşker mirin, ku di nav de Fermandarê Jendermeyan ê Navçeya Ebexê serdar Kivanç Cesûr û 2 binefser jî hebûn."