BI DÎMEN

Dîmenê çalakiya li dijî qereqola Bezokê

Gerîlla TV, dîmenê çalakiya ku 24’ê Îlonê li dijî qereqola Bezokê ya li qada Şemzînan a Colemêrgê hate lidarxistin weşand.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê di daxuyaniya xwe de ev gotibû: “Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Arnos de; 24’ê Îlonê saet 10.20’an hêzên me ji du baskan ve li dijî qereqola Bezokê ya li qada Şemzînan a Colemêrgê çalakî li dar xistin. Di vê çalakiyê de çeperek çeka giran a A-4 ruxiya. Her wiha, kon, konteynir û depoya cebilxaneyê ya li qereqolê jî bi awayekî bi bandor hatine hedefkirin. Li vir kon û konteynir şewitîn, depoya cebilxaneyê jî teqiya û ruxiya. Şewata li qereqolê heta saet 16.00’an dewam kiriye.”