Dilpêt: Bingeha Lozanê qirkirina çandî ye

Endamê Komîteya TEV-ÇAND'ê Delîl Dilpêt da xuyakirin, ku ku di peymana Lozanê de gotinek jî ji bo Kurdan nîne û destnîşan kir, dewleta Tirk piştî ku bi vê peymanê re xwe li qada navneteweyî fermî kir, êdî bi ser Kurdan ve hat.

Endamê Komîteya Tevgera Çand û Hunera Demokratîk (TEV-ÇAND) a ser bi KCK'ê Delîl Dilpêt, bi wesîleya 93. salvegera îmzekirina peymana Lozanê, ku di 24'ê Tîrmeha sala 1923'an de hat îmzekirin û Kurdistan kir çar parçe, ji ANF'ê re axivî.

Dilpêt, di axaftina xwe de girîngî da ser bandora peymana Lozanê ya li ser gelê Kurd û got, "Bi vê peymanê re xeteriya herî mezin Kurdan bi serê Kurdan de hat. Hebûna gelên din qebûl dikir. Der barê Xiristiyanan de hin qanûn û maf hatin destnîşankirin. Lê der barê gelê Kurd de ti qanûn nehat derxistin. Bi giştî înkar dike û yek gotin jî li ser Kurdan nayê gotin. Ev peyman li ser înkarkirina Kurdan hat amadekirin û ti kesî der barê hebûna Kurdan de dengê xwe nekir. Komara Tirkiyeyê li qada navneteweyî xwe fermî kir  û piştre bi ser gelê Kurd de hat."

Endamê Komîteya TEV-ÇAND Dilpêt, siyaseta roja îro jî weke dewamiya Lozanê bilêv kir û ev bersiv da pirsên me.

Şert û mecên sala 1923'an ku peymana Lozanê di 24'ê Tîrmeha wê salê de hat îmzekirin çi bûn? Çima pêwîstî bi peymaneke bi vî rengî hat dîtin?

Bê sedem ew peyman nehat amadekirin. Li ser armancekê ew peyman hat afirandin. Sedem encama şerê cîhanê yê yekemîn bû. Beriya ku şerê cîhanê yê yekemîn destpê bike weke Sefaretên Îngilîz û Fransayê nîqaşê li ser parvekirina axa Împaratoriya Osmanî dikin. Şerê cîhanê yê yekê li ser vê destpê dike. Di encamê de împaratoriya Osmanî tevî Elmanyayê tevlî şerê cîhanê dibe. Di dawiyê de axa Împaratoriya Osmanî di navbera wan de tê parvekirin. Beşeke ku îro Sûriye jê re tê gotin ji Fransayê re tê hiştin. Beşa ku Iraq tê gotin ango eyaleta Mûsilê ji Îngilîzan re tê hiştin. Peymana ku di sala 1921'an de bi Fransayê re hat çêkirin, hişt ku hêza Fransayê li ser axa Mereş, Dîlok, Riha û Edene xwe vekişîne.

PEYMANA LOZANÊ DI ENCAMA WÊ KONFERANSÊ DE HAT AMADEKIRIN

Bi wê peymanê rêya hesin weke sînorê navbera Tirkiye û Fransa hat diyarkirin. Fransa bi serê xwe nikarîbû ew der biterikanda. Eyaleta Şamê ji Fransayê re hat hiştin. Eyaleta bakur jî weke Dîlok, Riha ji hikûmeta navendî ya Enqere re hat hiştin. Ev peymanek bû, lê bi encam nebû. Li qada navneteweyî bingehek xwe çênebû. Yên ku ev ava kirin, ji bo li qada navneteweyî bi cih bike, Konferansa Lozanê pêk anîn. Ev peymana ku jê re Peymana Lozanê tê gotin, di encama vê konferansê de hat amadekirin. Ev nîqaş ne tenê di navbera Tirkan û Fransayê de çêbû, hin hêzên din jî beşdar bûbûn. Lê wekê ku em pê re eledar dibin, pirsgirêk di navbera Îngilîstan û Tirkiyeyê de hat bicihkirin û qedandin. Li gorî wê peymanê, wê Mîsaî Mîlî ku tê gotin axa di destê Tirkiyeyê de maye wê bihata parastin.

DI WÊ PEYMANÊ DE GOTINEK BI TENÊ, NÎQAŞEK BI TENÊ JÎ JI BO KURDAN NÎNE

Wê demê Yemen jî, eyaletên Mûsil û Şam jî di nav nîqaşan de hene. Lê dinêrin nikarin Îngilîzan, Fransiyan ji van deveran derxînin, hewl didin bi Peymana Lozanê re Komara Tirkiyeyê ya hat avakirin, li qad navneteweyî bidin erêkirin. Girîngiya xwe di wê derê de ye. Bi vê peymanê ve, bi regnekî fermî parçekirina Kurdistanê ket rojevê. Beriya wê axa Kurdistanê cara yekê dinavbera Împaratoriya Osmanî û Împaratoriya Safevî de hatibû parvekirin. Ji xwe dest nedan Rojhilatê Kurdistanê. Beşa din a Kurdistanê ya di nava Împaratoriya Osmanî de ma bû, careke bi sê parçeyan hat parçekirin û parçebûna Kurdistanê bi çar parçeyan li qada navneteweyî fermî bû. Vê konferansê demeke dirêj ajot. Şande hating uhertin, hatin û çûn, bi mehan nîqaş kirin. Lê di wê peymanê de gotinek bi tenê, nîqaşek bi tenê ji bo Kurdan nîne.

BI ÇI RENGÎ BI SER GELÊ KURD VE BIÇIN, KES DENGÊ XWE NAKE

Vê peymanê bandoreke çawa li Rojhilata Navîn û Kurdistanê kir. Bi taybetî bandoreke çawa li gelê Kurd kir?

Bi vê peymane re xeteriya herî mezin bi serê Kurdan ve hat. Hebûna gelên din qebûl dikir. Der barê Xiristiyanan de hin qanûn û maf hatin destnîşankirin. Lê der barê gelê Kurd de ti qanûn nehat derxistin. Bi giştî înkar dike û yek gotin jî li ser Kurdan nayê gotin. Ev peyman li ser înkarkirina Kurdan hat amadekirin û bi kîjan rêbazê bi ser gelê Kurd ve biçin kesî dengê xwe nedikir. Komara Tirkiyeyê li qada navneteweyî xwe fermî kir  û piştre bi ser gelê Kurd de hat. Di wê konferansê de der barê eyaleta Mûsilê de, ku di destê Îngilîzan de bê hiştin an jî radestî Tirkan bê kirin de nîqaşên berfireh dihatin kirin. Mînak; şandeya Tirk diçû wê derê digot, 'em dikarin li Mûsil-Kerkûkê refearndûmê bikin, gel bixwaze bi kê re bijî, bila ew biryara xwe bide'. Lê Îngilîzan ev pêşniyar qebûl neir. Tirkiye ya nû hatibû avakirin, di berdêla naskirina wan a bi rengekî fermî de başûr-rojavayê Kurdistanê ango eyaleta Şam û Mûsilê ji Îngilîstan û Fransayê re hişt. Di encamê de herî zêde Kurdan zerar dîtin, ku civak û axa wan parçe bûn. Lewma vê peymanê herî zêde zerar da Rojhilata Navîn û gelê Kurd.

Demeke dirêj ev herêm di bin dagirkeriya van dewletan de ma. Bi hêza xwe ya leşkerî, ev herêm bi rê ve dibirin. Weke ku tê zanîn, heta sala 1946'an piştî şerê cîhanê yê duyemîn, Fransa li Lubnan û Sûriyeyê desthilatdar bû. Îngilîstan jî li Iraqê. Her çiqas qraliyet ango hikûmet hatibûn ava kirin jî di esasê xwe de desthilatdarên li van deran hikûmetên Îngilîstan û Fransa bûn. Lê parçebûna di şerê duyemîn ê cîhanê de pêk hat, bû sedem ku li cîhanê dawî li wê dagirkeriya klasîk a bi hêzên leşkerî û fîlî tên meşandin, bê anîn. Lewma ev dever terikandin, di cih de hiştin û weke dewlet herêm bi rêxistin kirin. Lê ev nayê wê wateyê ku desthilatdariya wan a li vê axê bi giştî ji holê rabû. Ji ber ku hikûmetên li van deveran hatin avakirin, bi wan ve girêdayî bûn.

HIKÛMETA SÛRIYEYÊ BÊYÎ FRANSAYÊ NIKARÎBÛ LI SER PIYAN BISEKINE

Hikûmeta Sûriyeyê bêyî Fransayê nikarîbû li ser lingan bisekine. Ji aliyê Fransayê ve hatibû erêkirin û bi Fransayê ve girêdayî bû. Tevî ku partiya Baas derket û bi navê neteweperestiya Ereb li hemberî wan gav avêt jî, di bingeha xwe de li ser nêrîna wan bû. Qraliyeta hatibûn ava kirin, bi wan ve girêdayî bû. Qraliyeta li Iraqê hat avakirin, gelo dikarîbû li derveyî Iraqê kar bike? Na, nekarîbû kar bike. Ji aliyê parastinê ve jî bi wan ve girêdayî bûn. Lê Îngilîstan, Fransa û Yên din weke berê bi hêza leşkerî nekarîbû dagirkeriya xwe bidomînin. Lewma wekî dewlet xwe ji nû ve ava kirin. Mînak; di destpêka sedsalê de dewletek bi navê Iraqê tine bû. Eyaleta Mûsilê hebû û bi Împaratoriya Osmanî ve girêdayî bû. Dewletek bi navê Sûriyeyê tine bû, eyaleta Şamê hebû û bi Împaratoriya Osmanî ve girêdayî bû. Piştî şerê yekemîn ê cîhanê, her çiqas weke Iraq, Sûriye hatin avakirin jî, ne weke dewletê bûn. Hkiûmet di bin kontrola wan dewletan de bûn û dîsa hêza wan dewletan li wê herêmê hebû. Li gorî berjewendiyên Ereban li wir nedixebitîn. Piştî ku Fransayê di salên 40'î de hêza xwe ji Sûriye û Lubnanê kişand, gelo Lubnan û Sûriye hingî serbixwe bûn? Na.

WEKE XENCEREKÎ LI NAVA ROJHILATA NAVÎN Û GELÊ KURD KET

Yanî wateya peymana Lozan ji holê rabû?

Na, ji holê ranebû. Parçekirina vê axê hat dewamkirin. Ev parçebûn ne li gorî civakan hat kirin, li gorî berjewendiyan hat kirin. Yek neteweyek Ereb hebû, lê 22 dewletên Ereb hatin avakirin. Emîrtî weke dewletê hat birêxistinkirin. Lewma weke xencerekî li nava Rojhilata Navîn û gelê Kurd ket. Parçebûna gelê Kurd li ser vê esasê pêk hat. Niha li ser gelê Kurd qirkirna çandî tê meşandin. Kurd di nava lepên qirkirina çandî de ne. Ji aliyekî ve dixwazin çanda Ereb, ji aliyê ve çanda Tirkan, ji aliyekî ve jî hewl didin çanda Farsan li ser Kurdan bidin ferzkirin û civaka Kurd bêbandor bikin. Li hemberî gelê Kurd êrîşên tinekirinê tên kir. Ev parçebûn û xeterî hê jî dewam dike. Hebûna Lozanê di roja îro de jî dewam dike, hê ji holê ranebûye. Dema ku ew sînor ji holê rabûn û yekbûn çêbû, wê çaxê mirov dikarin bêjin Lozan ji holê rabûye.

TEVÎ KU PEYMANA LOZANÊ HATIYE ÎMZEKIRIN JÎ PIRSGIRÊKA MÛSIL-KERKÛKÊ DEWAM DIKE

Di vê peymanê de yê herî balkêş, ew kesê rola Kurdan lîstiye ye. Di nava şandeyê de mebûsekî Dersîmê ango yekî Kurd radibe dibêje, 'Erê ez Kurd im, ev şande temsîliyeta me jî dike'. Bi vê xapandinê ve gelê Kurd dikeve nav alepên qirkirin û bişaftinê. Dewleta Tirk hê jî gav paşde navêtiye. Piştî peymana Lozane avakirina Komara Tirkiyeyê dikeve rojevê. Bi vê peymanê ve hebûna dewleta Tirk di fermiyetê de tê erêkirin. Teng jî be, peymanek heye. Di sala 1921'ê de li ser 14 xalan mûxatariyet ango xweserî tê nîqaşkirin. Mînak; ji bo Kurdan dibêjin 'xwe weke mûxtariyetê bi rê ve bibin'. Lê piştî ku ev peyman dikeve rojevê, dewleta Tirk fermî dibe, hingî înkarkirina Kurdan dikeve dewrê. Piştî Çileya sala 1924'an êdî gotinek jî ji bo Kurdan nayê gotin. Ev yek siyaseta Tirk radixe pêş çavan. Fermana Şark Islahat, êrîşên di sala 1925'an de li hemberî Kurdan tên kirin, ev hemû biryarên eleqeya xwe bi vê ve hene. Tevî ku peymana Lozan hatiye îmze kirin jî pirsgireka Mûsil-Kerkûk heye. Dewleta Tirk hê jî naxwaze eyaleta Mûsil biterikîne. Sonda Mîsak-i Mîllî ê ku tê gotin hîna jî Mûsil di nava xwede dihewîne. 

XETERIYA VÊ PEYMANÊ HÊ JÎ LI SER KURDAN HEYE

Fermana Şark Islahat dibe bingeha êrîşa li hemberî Şêx Seîd û dagirkirina Kurdistanê. Eger mirov bêjin kiryarê vê bi tenê dewleta Tirk e, ev ne rast e. Alîgirên wê jî hene. Gelek dewletan mora xwe danîne binî û gelek dewletan çavderiya wê kirine. Lewma di dîroka Kurdistanê de, peymanek ku em herî zêde lenetê lê bînin, tevî Kasr-î Şîrîn peymana Lozanê ye. Divê gelê Kurd hemberî vê bibe xwedî helwest. Hin kes li ser navê Kurdan tevdigerin, weke PDK mirov dikare bi nav bike sînorê ku hene haçku dixwaze biparêze. Dewleta Tirk naxwaze ku gîhiştina hev çêbibe. Bi van sînoran ve ew dewleta dagirker dijminatiya gelê Kurd dike. Lê heman siyasetê PDK jî li ser gelê Kurd dimeşîne. PDK jî dixwaze peymana Lozanê were domandin û ew jî aligîrê wê ye. Yê ku alîgîrê wê peymanê be dijminatiya gelê Kurd dike. Ev parçe dikin, parçekirina civakê ne tiştekî ji rêze ye. Lewma li hember vê helwest nîşandayîn, xwe ava kirin, yekkirina civakê, divê di nava mejiyê Kurdan de cihê xwe hebe. Sînorên siyasî bigûherînîn-neguherînîn ev ne mijara me ye. Dikare di nava wan sînoran de jî xwe bi rê ve bibe. Ev 92 sal in hê xeteriya vê peymanê li ser gelê Kurd dewam dike.