Dijminatiya li Kurdan sînoran nas nake: Bîrdariya Orhan Dogan hilweşandin

Qeyûmê Şaredariya Cizîrê Ahmet Adanûr bîrdariya siyasetmedarê Kurd Orhan Dogan rakir.

Qeyûmê Şaredariya Cizîrê Ahmet Adanûr bîrdariya siyasetmedarê Kurd Organ Dogan ê li navenda bajêr şewitand. Peykerê Orhan Dogan û kûleya saetê 2011’an ji hêla DBP’ê ve hatibû danîn.

Li ser talîmata Adanûr bi kepçeyê hate rakirin.

Polîsan kolana ku peyker li wir bû ji trafîkê re girt, pêşî bi wesayitên zirxî dar û kulîlkên li dorê rakir û piştre bîrdarî rakir.

Tê gotin li cihê ku peyker lê ye wê kamerayên MOBESE’yê werin danîn.