Dîcle: Siyaseta demokratîk hêza xwe ji gel û heqê digire

Li navçeya Bêgir a Wanê tevî hemû hewldanên astengkirinê yên çeteyên Qesrê jî Dîcle di aktîvîteya “Li dijî derbeyê hevdîtina gel a demokratîk de axivî, diyar kir ku siyaseta demokratîk hêza xwe ji gel û heqê digire.

Li navçeya Bêgir a Wanê tevî hemû hewldanên astengkirinê yên çeteyên Qesrê jî Hevserokê KCD’ê Dîcle di aktîvîteya “Li dijî derbeyê hevdîtina gel a demokratîk de axivî, diyar kir ku siyaseta demokratîk hêza xwe ji gel û heqê digire.

Li navçeya Bêgir a Wanê, rexmî êrîşên polîsan û qedexeya walîtiyê jî “li dijî faşîzmê hevdîtina gel a demokratîk” pêk hat. Di hevdîtina bi gel a li ber avahiya HDP’ê ya navçeyê de Hevseroka DBP’ê Sebahat Tûncel, Hevserokê KCD’ê Hatîp Dîcle, Hevberdevka HDK’ê Gulîstan Koçyîgît, hilbijartiyên DBP/HDP’ê, parlamenter û bi hezaran kes amade bûn. Di hevdîtina gel a dirûşmeyên “Bê Serok Jiyan Nabe”, “Zext Nikarin Me Bêzar Bikin” hatin berzkirin de Hevserokê KCD’ê Hatîp Dîcle axivî, bal kişand li ser astengî û êrîşan, got: “Lê, em ê ji çeperên demokratîk gavekê jî şûn de navêjin.”

Dîcle têkîldarî rakirina destlênedanên wekîlan û pêvajoyê axivî, got: “Domahiya 2 sal û nîvan di pêşengiya Birêz Ocalan de pêvajoyekê dewam kir. Lê, çi qewimîn ku ev pêvajoya hevdîtinan bi dawî bû? Hikûmeta AKP’ê biryara şerekî wiha da? Dema mirov van bipirse, bi rehetî mirov dikare di bûyerên li Kurdistanê de bigihêje.”

Dîcle, merheleyên pêvajoya çareseriyê bi bîr xist, destnîşan kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan domahiya pêvajoya çareseriyê de ne tenê gelê Kurd, tevahî beşên ku li Tirkiyeyê li benda çareseriyê ne temsîl dike, got: “Birêz Ocalan digot,’ Ji niha û şûn de ez bang li PKK’ê bikin, bixwazim kongreya awarte li dar bixin û ez ê vî şerî bi dawî bikim.’ Eger ev bibûna wê ewqas can neçibana. Hikûmeta AKP’ê jî wek hikûmeteke ku aştî pêk aniye wê ji sedî 60 deng bigirta. Lê, hewl dan rêyên demokratîk bixetimînin.” Dîcle got Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan bi pêkhateyên wek Ergenekon û Balyozê re di nav tifaqê de ye.

Dicle bi bîr xist ku siyaseta demokratîk hêza xwe ji gel û heqê distîne. Sedemê êrîşkirina hikûmeta AKP’ê ya li hember Kurdan bi 3 sedeman nirxand û wiha rêz kir: “Ji bo çareserkirina pirsgirêkê pirsgirêk derxistin û xwesteka diktatoriyê heye. Teoriya me ya di pêşengtiya Birêz Ocalan de ji bo jiyana hemû gelan a wekhev têkoşîne. Sedemê wan ên şer, 3 ne. Dewletê cesaret nekir ku ji Olîgarşiyê ber bi komara demokratîk biguhere. Ji ber ku ne bi maf bû. Ya duyemîn jî pêşketinên li Rojava bû û serkeftina HDP’ê ya di hilbijartinan de ye. Wan dixwest dewleta Osmaniyan li Rojhilata Navîn bikin deshilatdar, lê ev xeyalên vala ne.”

Dîcle, rakirina destlênedayînê jî weke derbe nirxand, pêvajoya salên 1994’an bi bîr xist û wiha axivî: “Niha jî dixwazin parlamenterên HDP’ê yên ku destlênedayîna wan rakirîne bişînin girtîgehê. Di dîrokê de kêmasî tên kirin, her kes dike, lê di vê kêmasiyê de israrkirin ehmeqî ye. Di sala 1994’an de em ji meclîsê avêtin, em di girtîgehê de man, çi bû ma karin me ji vê rêyê vegerînin? Em weke xizmetkarên gel dîsa di nav van refan de ne. Gelê me bêmafiya li vîna xwe napejirîne. Li Cizîr, Silopiyayê û Nisêbînê bi tank û topan, bi şewitandina mirovan xwestin ji vê rêyê vegerînin, lê gelê me dizane bi berxwedaneke bi rûmet li ber xwe bide. Em siyasetmedarên vî gelî ne. Hemû hewldanên wan ên ku me ji gel bidin dûrxistin wê pûç derkevin. Gelê me divê êrîşên li hember vîna xwe qebûl neke û bertekên xwe nîşan bide. Divê xwedî li wekîlên xwe derkeve.”

Hevseroka KCD Gulîstan Koçyîgît jî axivî û hewldana 2’emîn qetlîama Roboskiyê şermezar kir û wiha anî ziman: “Li Roboskiyê 34 canê me standin têr nebûn bomberdûmaneke din jî kirin. Dibêjin hûn li vî welatî aştiyê bixwazin em ê we bikujin. Ev sîstem ne demokratîk e, ne ji bo Kurdan e. Ji bo wê CHP, MHP û AKP bûn yek partî, li dijî hemû kêmnetewên din êrîş dan destpêkirin.”

Sabahat Tunçel jî diyar kir ku heta li Tirkiyeyê demokrasî û li Kurdistanê jî têkoşîna azadiyê bi ser nekeve wê bi şûn de gavê navêjin. Tuncel wiha axivî: “Di vê demê de ji bo azadiya gelê Kurd derfetên girîng hene. Ya rast dewlet ji gel ditirse. Ji daxwazên aştiyê, agirê azadiya Kurdistanê, li rojava jî belavbûna vê ditirsin, lê fêda tirsê nîne. Wê faşîzim têk biçe.”

Tuncel wiha bi dawî kir: “Pêşketinên li Rojhilata Navîn pêk tên, Kurdan hê zêdetir nêzîkî azadiyê dike. Eger AKP dixwaze em qedera xwe bi xwe ava nekin, em ê xwerêveberiyê ava bikin. Çavê gelê Tirkiyeyê li Kurdistanê ye. Nikarin me bi hepsan bitirsînin.”