Dîcle, qenalên TV ên ji aliyê AKP'ê ve hatin girtin, ziyaret kir

Hevserokê KCD'ê, navend û buroyên qenalên televîzyonê yên hatin girtin ziyaret kir û got, bi berxwedana demokratîk a gel û hêzên demokrasiyê, ev êrîşa faşîst dikare were şikandin.

Heyeta ji Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Hatîp Dîcle û endamên Dîwana Serokatiyê Hasan Yagiz, Mûsa Farisogûllari û Serhat Bîngol, qenalên Azadî TV, Hayatin Sesî TV, Jiyan TV, Van TV û Zarok TV ên bi biryarnameyên AKP'ê hatin girtin, ziyaret kir.

Di serdana Van TV de Hevserokê KCD'ê Dîcle axivî û feraseta AKP'ê ya girtina televîzyonan weke darbeyê nirxand û got: "Bi taybetî ev êrîş li dijî Kurdan û weşangeriya Kurdî ye. Em êrîşên li dijî Kurdî re rû bi rû mane. Em vê pêkanîna reşkirina weşana şermezar dikin û piştgiriya xwe didin xuyakirin. Bi îlankirina Rewşa Awarte re ev dem ji dema darbeya 12’ê Îlonê bihuriye. Ev êrîşên faşîst serdema Hîtleran a faşîst tîne bîra mirov."

'GIRTINA ZAROK TV BÊTEHEMÛLIYA LI ZIMANÊ KURDÎ YE'

Dîcle destnîşan kir ku girtina Zarok TV bêtehemûliya li zimanê Kurdî ye û wiha axivî: "Zarok TV bi zimanê zarokên Kurdan weşanê dike. Girtina Zarok TV nîşaneya dijminiya li nasname, çand û zimanê gelê Kurd e. Em ê wek gel û hêzên demokrasiyê li dijî hemû ferasetên nijadperest li ber xwe bidin. Girtina Van TV nayê qebûlkirin."

'EM Ê RASTIYAN BIGIHÎNIN GEL'

Piştî Dîcle, nûçegihana Van TV Hulya Emeç axivî û diyar kir ku reşkirina weşana TV’iya wan ji ber ku têkoşînek bi hêz dane meşandin hatiye girtin û wiha got: "Girtin û reşkirina weşanê nikarin me ji têkoşîna me dûr bixin. Gotin Biryarnameyên xwedî hukmê qanûnî li dijî FETO ye, lê niha ev pêkanîn tenê li dijî Kurdan û çanda Kurdan pêk tê. Eger ji wan heye ku bi girtina van weşanan re dikaribin dengê gelê Kurd bibirin, hingî xwe dixapînin. Em ê hin bêtir bibin dengê gel û rastiyê bigihînin gel."

'DARBEYA LI DIJÎ DENGÊ KEDÊ Û KARKERAN E'

Dîcle û heyeta pê re piştî Van TV çûn serdana nûneriya Hayatin Sesî TV a Amedê û piştgiriya xwe anîn ziman. Dîcle li vir jî axivî û da zanîn ku sansurkirina Hayatin Sesî TV li dijî ked, aştî û demokrasiyê ye û got, dixwazin bi vê girtinê dengê kedê û karkeran qut bikin. Dîcle anî ziman ku pêkanînên di serdema AKP’ê de di ti demê de nehatine kirin û got, ew ê hemû bi hev re li dijî êrîşan bi ruhê berxwedanê rawestin.

Nûnerê Hayatin Sesî TV ê Amedê Cumhur Daş jî destnîşan kir ku ew ê bi yekîtî û piştgiriyê hemû rojên tarî li pey xwe bihêlin û got, ew ê rastiyan her vebêjin.

Dîcle û heyeta pê re piştre çûn serdana Zarok TV, Jiyan TV û Azadî TV û li vir jî peyama piştgiriyê dan.