BI DÎMEN

Dibin diruşmeya ‘Bibe mertal ji bo ax û rûmeta Şengalê’ kon hate vedan

Bi dehan jin û welatiyên Êzidî, bi piştgiriya Kongra star a Kantona Cizîrê li hemberî xendekên çeteyên PDK’ê bi diruşmeya “Bibe mertal ji bo ax û rûmeta Şengalê” kon hate vedan.

Bi dehan jinên Êzidî dibin pêşengtiya jinên Êzidî û însiyatifa Gelê Şengalê de bi piştgiriya jinên Kongra Star a Kantona Cizîrê kon vedan. Kon bi diruşmeya “Bibe mertal ji bo ax û rûmeta Şengalê” hat vedan. Diruşmeyên “Bi can bi xwîn û em te re Ey Serok”, “Bijî berxwedana Şengalê”, “Bi can bixwîn em bi te re ey Şengal”, “Bimire Xiyanet” hate berzkirin. Her wiha alên YBŞ, YJŞ’ê, posterên Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan, wêneyên şehîdên 3’ê Adarê, pankartên “Şehîd Nazê Nayîf Qewal şehîda berxwedan û rûmeta Êzidxanê ye” rakirin.

Îro wê kon bi pêşengtiya kongra Star a Kantana Cizirê were meşandin.

Sibehê jî wê Meclîsa Avaker a Şengalê, 22’ Adarê Tevgera Jinên Êzidî, 23’ê Adarê Mamosteyên Şengalê, 24’ Adarê Meclîsa Boruk, 25’ê Adarê PADE, 26’ê Saziya Malbatên Şehîdan, 27’ê Meclîsa Ciwanên Şengalê, 28’ê Meclîsa Xanesorê kon dewir bikin.

Di 29’ê Adarê de jî wê carek din Meclîsa Avaker a Şengalê kon dewir bigire.

Li aliyê din çeteyên bi ser PDK'ê ve hêjmara xwe ya li herêmê li dijî çalakiya kon jî zêde dikin.