Feb 23, 2017

Di teqîna Qamişloyê de endamekî asayîşê jiyana xwe ji dest da

Endamê Hêzên Asayîşê yê ku di teqînê de birîndar bibû, li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.

Monday, January 9, 2017 11:07 PM
QAMIŞLO - ANF

Îro saet 19.40’an endamê Hêzên Asayîşê Qehreman Omerî ku dema wesayît dajot li taxa Seb El Bahrat a Qamişloyê, ji ber mayina li ser hatî danîn teqiya birîndar bûbû, şehîd bû, welatiyekî sivîl jî birîndar bû.

Qehreman Omerî li Nexweşxaneya Nûrê ya li Qamişloyê wezîfedarê ewlehiyê bû.