Di tendirustiyê de AKP ya mafya

Burokratên AKP'ê ku welat kirine dewleta mafya jî êrîşê tînin ser kedkaran û gel. Midûrê Karên Tenduristiyê yê Miduriyeta Tenduristiyê Fatîh Taman bi demanceya ku xistiye ber xwe gefê li kedkarên tenduristiyê dixwe.

Hikûmeta AKP’ê ku li welat qada tendirustiyê weke ‘Şoreş’ bi nav dike, her ku diçe ev qad têk diçe û sîstema tendirustiyê serobin dibe. Li Wanê di nava salekê de 35 bijîşkan dest ji kar berda û qada tendirustiyê rojên bi êş û zehmet dijî.

Li Nexweşxaneya Lêkolînê ya Zanîngeha Yuzuncu Yil a Wanê ku diviya 4 bijîşk li beşa lezgîn hebûya, lê belê tenê bijîşkek di vê beşî de dixebite. Mijara din ya ku kedkarên tendirustiyê dixe zehmetiyê de jî bijîşkên hevkar in ku AKP’ê ew tayîn kirine. Yek ji van bijîşkan jî Midûrê Karên Tenduristiyê yê Wanê Dr. Fatîh Taman e.

Taman ji wextê hatiye tayînkirin û vir de zirerek mezin daye qada tendirustiyê û di heman demê de jî li gorî kêfa xwe mirovan digre kar û ji kar derdixe.  Taman ê ku li hember kesên silavê nedinê û li ber wî  nerabin li ser xwe li hemberî wan hêrs dibe û li cihê ku ew hebe destûr nade ku tu kes biaxive. Tamanê ku bi nêzîkatiyên xwe yên xirab tê zanîn, ligel hemû giliyan jî tu encam nehat girtin û hîna jî li ser kar e.

BI DEMANÇAYA XWE GEFAN DIXWE

Fatîh Taman bi demanceya ku xistiye ber xwe gefê li kedkarên tenduristiyê dixwe. Di wextê şewbê de Taman ê ku bi kedkarên tendirustiyê re kete nava nîqaşê li hember kedkarê tendirustiyê demanceya xwe derxist û gef xwar. Her wiha dema ku li Nexweşxaneya Westanê dixebitî ji ber nîqaşa wî ya bi serbijîşk re, karê xwe ji Westanê anî Payîzavayê. Ji ber gefên ku li kedkarên tendirustiyê dixe û cih guhertina xebatkaran zirerek mezin dide qada tendirustiyê.

JI HEVKAR RE PEYWÎR, JI BO KEDKAR SIGRÛN

Di wextê şewbê de ligel ku pêwîstî bi pisporê anesteziyê hebû jî , Taman hevalê xwe kire serbijîşkê 112’an.  Taman, kesê ku tu carê di cemaweriyê de nexebitiye û tu tecrûbeyên wî tuneye jî di Wezareta Tendirustiyê de peywirdar dike. Taman, ku ji aliyê kedkarên tendirustiyê ve weke ‘Bandorê Bajêr(Eşqiya)’ tê pênasekirin, bi çeka xwe gefê li xebatkaran dixwe. Hate zanîn ku Taman, bi çeka xwe hewl daye bi taybetî cîgirê midûr bitirsîne.