Di salvegera komkujiyê de ciwan li Şengalê meşiyan

Di salvegera Komkujiya Şengalê de ciwanan meşek li dar xistin.

Di salvegera Komkujiya Şengalê de ciwanan meşek li dar xistin.

Di salvegera Komkujiya Şengalê de bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Şengalê  îro meşek bi beşdariya sedan ciwanan li Çiyayê Şengalê pêk hat.

Ciwanên ku xwe li wargehên Rojava û Başûr rêxistin kirine, li bajarê Dêrikê kom bûn, bi otobusan ber bi Şengalê ve hatin û li navçeya Sinûnê a herêma Şengalê gihiştin ciwanên wargehên çiya û li wir dest bi meşa xwe kirin.

Meş li ber Navenda TEV-DA  ta bajarokê Sinûnê bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir, piştre ciwanan bi dirûşmên “Bijî berxwedana Şengalê”, “Bimre xiyanet”, “Bijî YBŞ û YPJ- ŞENGAL” û “Xweseriya Şengalê dawîkirina fermanan e”  meşa xwe bi coş destpê kirin.

Gelek welatiyên ji herêmê û wargehên li çiya beşdarî meşa ciwanan a li Sinûnê hat destpêkirin bûn. Di meşê de pankartên şermezarkirina fermanê hatin vekirin.

Meşa dirêj li geliyê Kersê bi dawî bû, paşê bi otobusan ciwan û gel ber bi goristana Şehîdan ve çûn. Li goristana Şehîdan merasîmek hat lidarxistin. Merasimê bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir. Piştre jî ciwanan daxuyaniya tevgera xwe xwendin. Di daxuyaniyê de li ser mijara fermanê hat rawestandin .

Di daxuyanê de wiha hat gotin: “Di dîrokê de gelek ferman bi destê dewletên dagirker li ser civaka me hatine kirin û tim xwestine ku miletek bê vîn û bê bawerî ji xwe re kedî bikin û qirkirineke çandî û fîzîkî bi ser me de bînin û me tine bikin. Lê Êzîdîtî qet tine nebûye û xwe tim parastiye.”

Di berdewamiya daxuyaniyê de li ser fermana 74’an jî hat rawestîn û wiha hat gotin: “Di 3’ê Tebaxa 2014’an de careke din, bi şêwazekî girantir û hovtir fermana 74’an bi ser gelê me de hat, ku xiyanetek mezin ji aliyê PDK’e ve li ser me hat kirin. Bi reva pêşmergeyên wê û hiştina sivîlan ber li destê hovên DAIŞ’ê pêk hat. Di encamê de  bi hezaran xort, keç, kal, zarok, jin ketin destê DAIŞ’ê û bi hezaran kesan jî jiyana xwe ji dest dan.”

Ciwanan di daxuyaniya xwe de rexne li dewletên cîhanê kirin ku careke din li hember fermana 74’emîn bêdeng mane û hêrsa xwe dan diyarkirin.

Ciwanan de li ser lîstikên PDK’ê yên li hember civaka Êzidiyan ev hişyarî kirin: “Îro em dibînin gelek ji xelkê me ji warê xwe dûr dikevin yan jî xwe ji berxwedanê bêpar dihêlin, bi sedemên cuda ku PDK’ê jêre amade dike. PDK armancên ku di fermanê ne gihiştinê, îro dixwaze bi rêya şerê taybet li ser civaka me bimeşîne û qirkirina çand û exlaqê me pêk bîne.”

Di daxuyaniyê de alîkariya Tirkiyeyê ya bi DAIŞ’ê re jî hat şermezarkirin û wiha hat gotin: “Bingeha DAIŞ’ê li Tirkiyeyê ji aliyê MÎT’ê ve hat avakirin û armanca sereke fermanê li ser gelên azadîxwaz û xwedî dîrok û çand pêk bîne ye, ji ber vê yekê îro AKP dixwaze bi êrîşên xwe yên li dijî tevgera azadiya Kurdistanê û komkujiya Pirsûsê careke din DAIŞ'a binketî li ser lingan bihêle. Em wek ciwanên Şengalê helwestên xerab ên PDK’ê û êrîşên AKP’ê şermezar dikin û banga me ji dewletên navneteweyî re heye ku piştgiriyê bidin wî gelî û hêza ku em ji fermanên DAIŞ’ê û hevkarên wê xelas kirine û bi sed hezaran azad kirine. Her wiha banga me di vê roja salvegerê de ji bo hemû gelê me heye û bi taybet jî ciwan berê xwe bidin qadên berxwedanê li nav refê YBŞ û YPJ – ŞENGAL cih bigrin û tola şehîdên fermana 74’an rakin.”

Piştî daxuyaniyê girse bi dirûşman belav bû. 

...