’’Di referandûmê de bi ser bikeve jî û bi ser nekeve jî Erdogan dîktator e’

Xweşyar Abdurrahman ê YNK’yî diyar kir ku di referandûmê de ku ’’erê’’ derkeve ev ê ji bo civaka Tirkiyê û Kurdan qirkirinê bîne û ji bang li Kurdan kir ku di referandûmê de ‚’’na’’yê bidin.

Berpirsê Karê Derve yê YNK’ê Xweşyar Abdurrahman ku bi lêkolînên xwe yên têkildarî Tirkiyê tê zanîn, têkildarî referandûmê ji ANF’ê re axivî. Abdurrahman diyar kir ku piştî hilbijartina 7’ê Hezîranê AKP’ê şer hilbijartiye û ji bo dîktatoriya qeyîmkirî dixwaze referandûmê pêk bîne.

Abdurrahman diyar kir ku di refandûmê de divê Kurd bibêjin ‚’na’ û got ,’’AKPMHP’ê ji bo faşîzma bê kêmasî hevalbendî danîn. Tekane hedefa MHP’ê ya di vê hevalbendiyê de qirkirina Kurdan e. Heke vebijêrka ‚’’erê’’ derbikeve MHP li dijî Kurdan wê şerê qirkirinê kûrtir bike, Erdogan jî li Tirkiyê weke yek zilam wê were ser kar û li ser navê demokrasiyê wê tiştek nemîne.

Abdurrahman diyar kir ku ji bo mirov fêhm bike bê ka li Tirkiyê çima referandûmê çêdibin divê mirov hilbijartina 7’ê Hezîranê baş analîz bike û gotina serokwezîrê wê demê Davûtoglu yê bi wateya ‚’pêvajoya aştiyê tiştek bi dest me ve neaniye’’ bi bîr xist.

Ê KU DI AŞTIYÊ DE BERJWENDIYA WAN NÎN E, DI ŞER DE BERJEWENDIYA WAN HEYE

Abdurrahman diyar kir ku pêvajoyahilbijartina 1’ê Mijdarê ji ber sedema qebûlnekirina encamên hilbijartina 7’ê Hezîranê ye û got, bi vî rengî bi temamî polîtîkaya tundiyê sazkar kirin.

Abdurrahman got,’’Heke di aştiyê de berjwendiya we nebe wê demê di şer û tundiyê de heye. Jixwe AKP’ê jî ev kir. Ji 2001’ê ve AKP’ê tim dengê xwe parastin û bi tena serê xwe bû hikûmet. Dema ku mirov li vê rastiyê binere mirov dibîne ku di pêdiviya Tirkiyê bi referandûmê nîn e. Lê ku di vê referandûmê de’’erê’’ derkeve wê demê rejîma dîktatorî wê were Tirkiyê û Erdogan jî wê bibe dîktator.’’

Abdurrahman got AKP ji niha ve ‚’’na’’yê qebûl nake û ji bo vê jî zextê li ser civakê datîne û wiha got:’’Ji ber ku di referandûmê de ‚’’erê’’ derkeve civaka Tirk wê tiştekî bi dest ve neyîne lê Erodgan wê hikimraniya xwe, dîktatoriya xwe ragihîne. Ev rewş jî li Tirkiyê hem wê azadiya şexsî û hem jî azadiya civakî ji holê rake. 7’ê Hezîranê pêşî li vê girtibû û ji bo ku careke dî ev tişt nebe pêdivî bi sîstemeke wiha dibînin.

Niha ji bo vê jî dengê nîjatperestên Tirk jî dane pişt xwe. Beriya niha jî ku bi bîra we were di pêvajoya nîjadperest û partiya Refahê de ji bo ku Kurd benda sedî 10’ê derbas nekin di navbera xwe de li hev dikirn. Niha jî hevalbendiyeke wiha datînin. Di vê hevalbendiyê de Erdogan dixwaze dîktatoriya xwe ragihîne û MHP jî li Tirkiyê dixwaze Kurdan ûhêza demokrasiyê qir bike. Li ser vê li hev kirin. Naxwe beravajî vê ev 90 sal in li şûna sîstema parlamenter a ku ev 90 sal in li Tirkiyê sazkar e sîstema serektiyê ne mecbûrî bû.’’

’’DÎROKA TIRK DÎROKA KOMKUJIYAN E’

Abdurrahman diyar kir ku Erdogan referandûmê bi ser bikeve li Tirkiyê wê azadî, yasa, qanûn, parlamento ji holê rabe û ji bo siberoja Tirkiyê rewşeke pir taloke derkeve holê û got,’Niha hin dibêjin Tirkiye endamê NATO’yê ye, di vê rewşê de têkiliya NATO, Ewropa wê çawa bin. Lê jixwe ti giringiya Tirkiyê ji bo NATO’yê nemaye. NATO demekê ji bo bloka Sowyetê hatibû danîn û pêdivî bi Tirkiyê hebû. Niha ev rewş jî nîn e. Ji bo vê jî êdî ji bo NATO’yê Tirkiye dewleteke jirêzê ye. Ti dewlemendiyeke girîng a Tirkiyê jî nîn e. Ti berjewendiyeke zêde ya Ewropayê ji Tirkiyê nîn e.

Abdurrahman destnîşan kir ku dîroka Tirkiyê bi komkujiyan, darbeyan tije ye û bi heman hişmendiyê encamên hilbijartina 7’ê Hezîranê nehatiye qebûlkirin û îro jî bi heman armancê dixwazin biçine referandûma yek zilamiyê.

Abdurrahman diyar kir ku ji roja ku Tirkiye ava bûye tim komkujî bi ser gelan de anîye û got,’Her çendî destûra wê, qanûnên wê hebin jî, laîk jî be di rastiya xwe de ne wiha bû. Ji roja ku ava bûye ev komar bi darbeyan hatiye. 12’ê îlonê jixwe her tişt kire dij-demokratîk.’’

’’AKP HER TIŞTÎ BI PLAN DIKE’

Erdogan dixwaze azadiyan bi temamî ji holê rake. Dibêje çi kesê ku rajêrî min nebe ez mafê jiyanê nadimê. Tecrûbeya vê heye. Hilbijarina 7’ê Hezîranê mînaka vê ya zelal e. Bi rêya tundiyê hilbijartina 1’ê Mijdarê bi ser xist. Erdogan her tiştî bi plan dike. Divê mirov di vê mijarê de hişyar bbe. Bi vî rengî ev qas siyasetmedarên Kurd girtin, avêtin zindanan nahêle ku bixebite. Ne tesadûfî ye ku piştî 7’ê Hezîranê berê xwe da HDP’ê, DBP’ê. Dest li ser şaredariyan danî. Wekîl, hevşaredar avêtin zindanan. 2016’an ji 10 hezarî zêdetir HDP’yî avête zindanan. 84 şaredar ji peywirê girt, avête zindana û qeyûm anî şûn wan. Ev ne tiştên normal in.’’

Abdurrahman bi berdewamî got ji têkiliyên wê yên bi DAIŞ’ê bigirin heta bi êrîşa li ser Xirabê Bava her tişt li gorî planekê ye û wiha domand:’’Têkiliyên bi DAIŞ’ê re jî wiha ne. Niha dibêjin Bab xilas bû. Ev senaryo ye. Me ev li Cerablûsê jî dît. Davutoglu piştî 7’ê Hezîranê got, ‚aştî bi kêrî me nehat’ Siyaseta berdest jî bi vê hişmendiyê ye. Xirabê Bava jî encama vê ye.

Referandûm çêdibe û zilma li ser Kurdan zêde dibe. Dixwazin bi şer Kurdan bitirsînin û nehêlin Kurd biçin sendqoê. Binerin niha tenê li Kurdistanê Rewşa Awarte heye. Hem jî bi kitekitî tê bikaranîn. Li hêla dî, referandûmê bi ser bixe jî û nexe jî Erdogan dîktator e. Siyaseta û kirinên wî yên li ser Kurdan ispata vê ye.

’HEKE ERÊ DERKEVE WÊ QIRÊ BÎNE’

Abdurrahman diyar kir ku li Tirkiyê bi referandûmê re şerê navxweyî jî tê nîqaşkirin û got: ‚’Şerê navxweyî wê derbikeve nizanim lê qirkirina li ser Kurdan wê zêdetir bibe. Niha AKP dixwaze dengê dîndarên Kurd jî bistîne. Divê Kurd di vê mijarê d hişyar bin. Neyên vê lîstikê. Necmedîn Erbakan dixwest Kurdên dîndar bixe bin kontrola xwe niha AKP vê dike. Lê divê Kurd bibînin ku Erdogan bi ser bikeve ev ji bo Kurd tê maneya şer û zilmê û li dijî vê rawestin; ji ber ku Erdogan wê ya xwe bike û kes jî wê hesab jê nepirse. Wê derfeta darizandina wî çênebe.’’

’ERDOGAN WEKE ATATURK DIXWAZE DÎROKA XWE BINIVÎSÎNE’

Abdurrahman bi berdewamî diyar kir ku Erdogan jî weke Ataturk dixwaze dîroka xwe binivîsîne û got, ji bo vê jî deng û rengekî dîjî xwe ranagire: ‚’Tenê wê Kurd jê karîger nebin. Wê Tirkiyê bike yek reng û her kesî têxe jêr kontrola xwe. Erdogan, AKP dixwaze dîroka xwe binivîsîne. Niha yê ku li dijî Erdogan yek gotinê dike yan girtî ye, yan li salonê dadgehêye û yan jî ji welêt derketiye. Rewşa Ahmet, Mehmet Altan, Can Dundar li ber çavan e. Hemû çapemaniya muxalîf hatiye girtin û medyaya şerê taybet di 

’’KURD JI BO AZADIYA OCALAN DIVÊ BIBÊJIN ‚’NA’’

Abdurrahman bal kişande tecrîda ku dewleta AKP’ê li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk tîne û got ev jî bi dîktatoriyê ve girêdayî ye û ditirse ku Ocalan perspektîfan bide derve û bandorê li civakê bike.

Bi berdewamî, li dijî  êrîşên mezintir bal kişande ser yekîtiya netewî û got, di vê mijarê de dereng mane û demildest divê kongre pêk were û wiha got: ‚’Kurd jî bila li rewşa Rêber Apo binerin. Tecrîdeke giran li ser heye. Bi ti rengî naxwazin têkiliyeke wî bi derve re hebe û peyamên xwe bigihîne gel. Rastiya ku layiqî Kurdan dibînin ev e. Divê Kurd vê rastiyê bibînini û bibêjin, N...