Feb 24, 2017

Di Pêngava Xezeba Firatê de gaveke nû hat avêtin

Berdevka Odeya Çalakiyan a Pêngava Xezeba Firatê bi daxuyaniyekê ragihand, ku di qonaxa sêyemîn a pêngavê de gava duyemîn hatiye avêtin. Bi vê gavê re wê herêma rojhilatê Reqayê û gundên li derdorê bên rizgarkirin.

Friday, February 17, 2017 12:57 PM
REQA - ANF

Daxuyanî bi beşdariya Meclîsa Leşkerî ya Dêra Zor, ji aliyê Berdevka Odeya Çalakiyê Cîhan Şêx Ehmed ve li gundê Mekmen hat dayîn. 

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Weke Odeya Çalakiyê ya Pêngava Xezeba Firatê, em gava duyemîn a qonaxa sêyemîn radigihînin. Piştî ku gava destpêkê bi ser ket, em dest bi gava duyemîn dikin.

Di vê gava pêngavê de wê rojhilatê Reqayê bê rizgarkirin û têkiliya Reqayê ya bi Dêra Zor re bê birîn. Ev gav wê ji aliyê hêzên me ve bi rengekî serketî bê avêtin.

Gava duyemîn, ji bo îzolekirina Reqayê û dorpêçkirina terorîstan, girîng e.

Ji ber ku herêma gava duyemîn lê tê avêtin li nêzî Dêra Zor e, Meclîsa Leşkerî ya Dêra Zor jî wê ji aliyê rojhilat ve bi pêş ve biçe. Bi vê wesîleyê, ne tenê ji bo gelê Reqayê em ê di heman demê de mizgîniya rizgariyê bidin gelê Dêra Zor.

Wekî din, bi vê munasebetê em spasiya gelê xwe yê li herêmê dikin, ji ber ku destekê didin hêzên me."