Di operasyonên qirkirina siyasî de gelek kes hatin binçavkirin

Dewleta AKP'ê ku li Kurdistanê komkujiyên hovane li gelê Kurd dike, di heman demê de operasyonên xwe yên qirkirina siyasî jî didomîne.

Dewleta AKP'ê ku li Kurdistanê komkujiyên hovane li gelê Kurd dike, di heman demê de operasyonên xwe yên qirkirina siyasî jî didomîne.

COLEMÊRG

Hêzên çekdar ên dewleta Tirk, danê vê sibehê avêtin ser gelek malên li taxên Yenîmahalle û Emîr Şaban ên navçeya Colemêrg Çelê. Di serdegirtinan de Hevserokên HDP û DBP'ê yên navçeyê Halîme Şîmşek û Garîbe Çetîn jî di nav de 7 kes hatin binçavkirin. Halîme Şîmşek, Garîbe Çetîn, Cebraîl Erdemîr, Cengîz Atak, Savaş Altay, Cennet Ayar û Şaban DOner birin Midûriyeta Emniyeta Tirk a li navçeyê. Haci Sevî, Şahîn Koç, Hasan Erkaya û Rebîa Keskîn ên di meşa li Colemêrgê de hatin binçavkirin jî li Emniyeta Tirk a li Colemêrgê tên ragirtin. Her wiha Kerîm Ozkan û Îsmet Çinar ên duh ji bo îfadedayînê çûna Dozgeriya Colemêrgê bi îdîaya "alîkarîdayîna rêxistinê" hatin girtin û li Girtîgeha Girtî ya Colemêrgê hatin bicihkirin.

AMED

Li navçeya Amed Pîranê, di serdegirtinên danê sibehê saet di 04:00 de Ganî Karaş, Huseyîn Karaş û Mûhammed Bîrkan hatin binçavkirin. Piştî wergirtina îfadeyan her sê kes hatin berdan.

MERSÎN

Li navçeya Mersîn Tarsûsê, hin kesên nasname nediyar duh bi şev saet di 02:00 de êrîşî Nûnertiya HDP'ê ya li taxa Fahrettîn Paşa kirin. Êrîşkarên derî şikandin û ketin hundirê avahiyê, eşyayên li hundir şikandin.

Li aliyê din polîsên Tirk danê sibehê avêtin ser gelek malên li taxên Gîrne, Yûnûs Emre, Altay û Topkoparan ên Tarsûê û 15 kes kirin binçavan.