Di operasyona rizgarkirina Tebqayê de şer giran e

Çeteyên DAIŞ'ê, ji bo xwe ji dorpêçiya QSD'ê xilas bikin, danê vê sibehê li 10 cihên cuda êrîş kirin. Şervanên QSD'ê bersiv dan û li ser vê yekê şer derket. Şerê li vê derê didome.

Çeteyên DAIŞ'ê, ji bo xwe ji dorpêçiya şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) xilas bikin, danê vê sibehê saet di 05:00 de bi çekên giran û êrîşkarên xwekuj ên bombe li xwe pêçandibûn, êrîş kirin. Hêzên QSD'ê di cih de bersiv dan van êrîşên li derdora Tebqayê.

Li gundên Ayîd Kebîr û Cebel Ebûcabîr ên li başûrê Tebqayê, li derdora Balafirgeha Leşkerî û gundê Îcel ên li başûrrojavayê bajêr û li gundên Îbad û Salih El Xeşeb ên li bakurrojavayê Tebqayê, ji danê sibehê û vir ve şerekî dijwar diqewime.

Di vî şerî de gelek çete hatin kuştin, lê hejmareke zelal bi dest neket.

Çeteyan bi hêzeke zêde û cebilxaneyan hewl dan derbasî aliyê başûr bibin. Li nêzî gundê Ayîd Kebîrê, şervanên QSD'ê dest li çeteyan werdan û wesayîteke bi cebilxaneyan dagirtî rûxandin. Her wiha derb li 2 wesayîtan xistin. Serçeteyek jî di navê de komek ji çeteyên DAIŞ'ê li vir hatin kuştin. Şervanên QSD'ê piştî ku êrîşa çeteyan a li vir şikandin, dest bi paqijkirina herêmê kirin.

Şerê li 10 nuqteyan dewam dike.