Di Operasyona Rizgarkirina Bakurê Reqayê de çi diqewimin?

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ên dest bi Operasyona Rizgarkiriya Bakurê Reqayê kir, pêşveçûna xwe didomîne.

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ên dest bi Operasyona Rizgarkiriya Bakurê Reqayê kir, pêşveçûna xwe didomîne.

Di roja duyemîn a operasyonê de pêşketinên gelek mezin pêk hatin.

GUND Û BAJAROK TÊNE RIZGARKIRIN, ÇETE TÊN KUŞTIN

Di roja duyemîn a operasyonê de 2 gundikên mabeyna gundên Fatse û Waste yên 5 km dûrî bajarokê Eyn Îsa ne, saet 08.30’an ji çeteyên DAIŞ’ê hatin paqijkirin.

Şervanên QSD’ê bi çekên giran li çeperên DAIŞ’ê yên li gundê Mîtşerce ya 5 kîlometreyan dûrî bajarokê Eyn Îsa dan. Li derdora gundê Mîtşerce yê ku hêzên QSD’ê hedef girtin, 23 çete hatin kuştin.

QSD’ê saet nêzî 10.40’an gundê Nemrûdiyê yê 6 kîlometreyan dûrî bajarokê Eyn Îsayê ji çeteyên DAIŞ’ê paqij kirin û rizgar kirin.

Li gundê Nemrûdiyê gelek mayin hatibûn çandin. Ekîbên mayinê yên girêdayî şervanên QSD’ê dest bi paqijkirina mayinên li gund kirin.

Şervanên QSD’ê 14.05’an gundê Mîtemeşrîc ji çeteyên DAIŞ’ê paqij kirin û rizgar kirin. Hate diyarkirin ku li gund gelek mayinên çeteyan hene.

Çeteyên DAIŞ’ê li hember operasyonê ketin nav panîkê, hewl dan cilên şervanên QSD’ê li xwe bikin û birevin.

Çeteyên DAIŞ’ê hewl dan bi wesayîta bombebarkirî êrîşî gundê Nemrûdiye bikin, ev ji aliyê şervanên QSD’ê vala hate derxistin. Saet nêzî 17.40’an beriya wesayîta zirxî bigihêje gundê Nemrûdiye ji aliyê şervanên QSD’ê hate teqandin.

Piştî hişyariyan û belavokên ji balafirên şer hatin belavkirin, sivîlên Reqayî dest bi koçê kirin.

Di nav 2 rojan de 100 penaberên din ên Reqayî gihiştin Wargeha Penaberan a Mebrûka ya li Serêkaniyê. Penaber ji aliyê rêveberiya kampê hatin pêşwazîkirin. Penaberan gotin bawer dikin wê şervanên QSD’ê axa wan rizgar bike û wê dîsa vegerin Reqeya.

QSD: HÊZÊN ME 6 KÎLOMETREYAN BI PÊŞ VE ÇÛ

QSD’ê duh têkîldarî Operasyona Rizgarkirina Bakurê Reqayê daxuyaniyek nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de ev agahî hatin parvekirin:

““Hêzên me duh (24’ê Gulanê) piştî nîvro saet 4'an de ji 3 baskan ve ketin tevgere û nêzîkî 6 km pêşve çûn. Li nêzîkî gundê Fatsa ya dikeve rojhilatê bajaroka Eyn Îsa şerên dijwar rû da. Hêzên me li vir derbên giran li çeteyan xistin û gund ji çeteyan standin. Di hemû operasyone de balafirên koalîsyona navnetewî ya li dijî DAIŞê jî bi awayekî bi bandor li hedefên hatin zelalkirin xistin. Di van lêdanan de kuştî û birîndarên çeteyan çêbûn, lê hejmar nehat zelalkirin.

Heta niha di hemle de hêzên me gundên Qirtaca, Fatsa, Indibên, Mitemesric û 4 mezrayên stratejîk ji çeteyan standin. Heta niha gelek çete hatin kuştin û hatin birîndarkirin. Hejmara kuştî û birîndarên çeteyan piştre wê bên ragihandin.

Di şerên heta niha de şervanekî me ku bi lehengî û bi ruhe serkeftine bi ser çeteyan de diçû gihiştiye şehadete.”

HÊZÊN EREB, SURYAN, TIRKMEN, ASÛRÎ JÎ TEVLÎ DIBIN

Di bin sêwana QSD’ê de 31 hêzên Ereb, Tirkmen, Suryan û Asûrê pêşveçûna xwe didomînin. Hêzên tevlî operasyonê dibin ev in:

"1-Tugayên Ehrar El-Reqa

 

2-Lîwai El-Tehrîr

 

3-Tugaya Çalakiyên Taybet 455

 

4-Tugaya Meşê ya 99

 

5-Tugaya El-Qeqai

 

6 -Eniya El-Ekrad

 

7-Tugaya Selacîqe

 

8-Tugaya Sultan Selîm

 

9-Tugaya Eyn Calût

 

10- Hêzên Êlên Heleb

 

11-Kombûna Tugayên Cizîrê

 

12-Tugaya Şehîdên Ceza

 

13-Tugaya Şehîdên Til Hemîs

 

14-Tugaya Şehîdên Til Berek

 

15-Tugaya Şehîdên Girhok

 

16-Tugaya Şehîdên Hesekê

 

17-Tugaya Şehîdên Rawiya, kombûna Tugayên Firat

 

18-Tugaya Şehîdên Mebrûka

 

19-Tabûra Kombûna Firat-Cerblusê

 

20-Tabûra Ehrar Cerablus

 

21- Tabûra Şehîdên Firatê

 

22-Tabûra Şehîdên Bendavê

 

23-Senadîd

 

24-Meclîsa Leşkerî ya Sûryanî

 

25-Tabûrên Şems El-Şemal

 

26- Tugaya cund El-Heremên

 

27-Eniya Şoreşgerên Reqayê

 

28-YPG

 

29-YPJ

 

30-Ehrar El-Tebga

 

31- Tabûra Heqî El-Xanim"