Di Newroza Amedê de girtî hatin silavkirin û azadiya Abdullah Ocalan hat xwestin

Di Newroza Amedê de ku gel pêl pêl diherike qadê, azadiya Abdullah Ocalan hate xwestin û girtî hatin silavkirin.

Li Amedê ku malovaniyê ji pîrozbahiya fînalê ya Newroza 2023’yan a bi heybet re dike, ji qada Newrozê ya ku bi sed hezaran dagirtî ye daxwazên azadiyê yên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bilind dibin. Li qada ku ji saetên sibehê ve bi ciwan û jinên diherikin qadê tejî bû dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” , “Bê Serok Jiyan Nabe” û “PKK’ê gel e gel li vir e” deng vedide.
 
Ciwanên ku têlên 5 mîtroyan bilind a Miduriyeta Polîsan a Amedê di navbera qadê û dikê de lê kirin derbas kirin bi dirûşme û nîşaneya serkeftinê, li dijî tecrîda li Îmraliyê, terkirina mirinê ya girtiyên nexweş hêrsa xwe qîr kirin.

Hevseroka Federasyona Komeleyên Piştevaniyê yên Hiqûqê yên bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re yên Med’ê (MED TUHAD-FED) Safiye Akdag, li ser pergala tecrîdê ya li Îmraliyê sekinî. Akdag, wiha got: “Nûnerê cuntaya faşîst a îro AKP û MHP’ê ye. Rêbazên êşkenceyê yên Esat Oktay bi destê Wezareta Dadê tê meşandin.”

Akdag, anî ziman ku girtiyên nexweş terkî mirinê hatine kirin, tên sirgunkirin, berdana wan tên taloqkirin û wiha berdewam kir: “Roj nîne ku girtî neyên sirgunkirin. Her roj bi tîpên nû girtîgehên nû tên vekirin. Girtî di hucreyên yek kesî de ne. Ev pêkanîn di tu hiqûqan de nînin.”  
 
Akdag, bi bîr xist ku di erdhejan de bi deh hezaran mirovan jiyana xwe ji dest da û wiha pê de çû: “Di erdhejan de jî li girtîgehan zext berdewam kirin. Bi sedan girtiyên nexweş hatin rewşa mirinê. Bersiva çalakiya Nobeta Edaletê ya dayikan nehate dayîn. Qêrîna dayikan ji bo berdana girtiyên nexweş bû. Azadbûna girtiyên siyasî bû.”

Akdag, bi lêv kir ku serhildana li Girtîgeha Hejmara 5’an a Amedê dest pê kir, didome û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Girtî bi ruhê Mazlum Dogan li ber xwe didin. Berxwedana zindanan mezin dibe, bijî berxwedana zindanan.” 

Piştî axaftinan peyamên Newrozê yên “Ji bo azadiya girtiyên jin ên nexweş 1000 jin”, Partiya Zehmetkêşan a Kurdistanê, Tevgera Civaka Demokratîk a Kurdistanê û Partiya Yekîtiya Neteweyî ya Demokratîk a Kurdistanê yên ji Herêma Kurdistana Federe, hatin xwendin.

MIZRAKLI: TEQEZ EM Ê BI SER KEVIN 

Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê Selçûk Mizrakli ê qeyûm tayînî şûna wî hat kirin û niha li Girtîgeha Edîrneyê ye peyama piştevaniyê şand Newroza Amedê.
 
Mizrakli bi gotina “Silav Ameda Gulistan” dest bi peyama xwe kir û got: “Hezar silav Ameda berxwedêr. Aliyekî me şîn e û dengê lorînên lorandinan tê û aliyekî me coş e. Wê pêşiya van rojên teng vebibe û wê her tişt cihê xwe ji piştevanî, rêxistinbûna me û yekitiya me re berde. Wê zarokên Kawa azadiyê û aştiyek bi rûmet bînin. Teqez em ê bi ser kevin. Serkeftin!”