Di mîtînga Strasbourgê ji deh hezaran banga mezinkirina têkoşînê

Di mîtînga bi deh hezaran li Strasbourgê hatin cem hev, daxwaza, “Ji Ocalan re azadî Ji Kurdistanê re Statu” bilind bû, di axaftinan de ji bo azadiya Ocalan banga li her derê mezinkirina berxwedanê hat kirin.

Di mîtînga ku bi armanca şermezarkirina komploya navneteweyî ya li hember Ocalan bi tevlîbûna deh hezaran kesî ve li bajarê Strasbourg ê Fransa pêk hat de, Parlamenterê HDP’ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz bi telefonê tevlî bû, Parlamentera Rihayê Dîlek Ocalan, Endama Meclîsa Federal a Partiya Çep a Elman (Die Linke) Karîn Bînder, li ser navê KNK’ê Tahîr Kemalîzade û Serokê Civaka Îslamiya Kurdistan (CIK) Hafiz Tûrhalli axivîn.

SARIYILDIZ: ERDOGAN DEWAMA SEDAM Û HÎTLER E

Piştî peyama KCK’ê Parlamenterê HDP’ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz bi rêya telefonê tevlî mîtîngê bû, diyar kir ku yên komplo pêk anine û yên qetlîama li Cizîrê kirine heman zîhniyet in.

Sariyildiz wiha axivî: “Qetlîamên Hîtler li Elmanyayê li ser Cihûya kiribû, Sedam li Helepçeyê li ser Kurdan kiribû, îro jî Erdogan li Cizîrê dewam dike. Cizîr neket wê nekeve jî.”

Li ser vê peyama Sariyildiz, girseyê bi devekî bi dirûşmeya, “Bijî Berxwedana Cizîrê” piştgirî dan.

DÎLEK OCALAN: OCALAN WÊ AZAD BIBE

Piştî Sariyildiz Parlamentera HDP’ê ya Rihayê Dîlek Ocalan mafê axaftinê wergirt, dewletên di komploya navneteweyî de cih girtin şermezar kir, destnîşan kir ku Rêberê Gelê Kurd di demek herî kurt de wê bi awayekî fîzîkî azad bibe.

BÎNDER: DIVÊ LI HEMBER TIRKIYEYÊ BIKEVIN NAV TEVGERÊ

Piştî Ocalan, mafê axaftinê li ser navê Dîe Lînke Karîn Bînder girt, piştgiriya Merkel a ji bo Erdogan bi zimanekî tund rexne kir.

Bînder piştgiriya xwe ya ji bo berxwedana xwerêveberiyên li Kurdistanê eşkere kir, êrîşên li hember xwerêveberiyan û qetlîam lanet kir.

Bînder got helwesta Yekîtiya Ewropa ya li hember Tirkiyeyê nayê qebûlkirin, bang li hêzên navneteweyî kir ku li hember dewleta Tirk bikevin nav tevgerê.

Li ser navê KNK’ê Tahîr Kemalîzade axivî, got ji bo welatekî azad û jiyanek azad divê Kurd di nav yekîtiyê de bin. Kemalîzade bi bîr xist ku azadî nêz e.

Di mîtîngê de herî dawî Serokê Civaka Îslamiya Kurdistan (CÎK) Hafiz Tûrhalli axivî. Tûrhalli got qetlîamên li Kurdistanê tê wateya înkarkirina ola Îslamê, wiha anî ziman: “Zilma zaliman wê li gel wan nemîne.”

Tevî barana zêde jî di mîtînga bi tevlîbûna deh hezaran pêk hat de pêşendanek sînevîzyonê ya têkîldarî berxwedanên Bakurê Kurdistanê û Rojava hat pêşendan. Mîtîng bi sirûdên berxwedanê yên Koma berxwedan û dirûşmeyan bi dawî bû.