Di mîtînga li Strasboûrgê de li hember komplo û qetlîaman peyamên tûnd

Di mîtînga li Strasboûrgê de Mûrat Ceylan axivî û wiha got: “Me çawa ew di komployê de fetisandin, îro jî yên ku dixwazin qetlîaman berdewam bikin em ê vê komployê jî bi berxwedanê vale derxin.”

Deh hezar Kurdistaniyên ji bo şermezarkirina komploya navneteweyî ya 15’ê Sibatê gihiştin Park des Vanneaûx a Strasboûrgê. Di axaftinên mîtîngê de, Hevserokê KCD-E Mûrat Ceylan wiha anî ziman: “Me çawa ew di komployê de fetisandin, îro jî yên ku dixwazin qetlîaman berdewam bikin em ê vê komployê jî bi berxwedanê vale derxin.” 

Bi kombûna Kurdistaniyan, piştî deqeyek rêzgirtinê mîtîng destpê kir. Piştre girseyê bi yek dengî dirûşmên têkildarî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan qîr kirin. Dewleta faşîst a AKP’ê jî hat lenetkirin.

 ‘MERKEL Û EWROPA JÎ WÊ WEKE ERDOGAN BÊN DADGEHKIRIN’

Di axaftina mîtîngê de Hevserokê KCD-E Mûrat Ceylan axivî û diyar kir, di ketina 18. sala komployê de berxwedana gelê Kurd a ji bo aştî û azadiyê, berxwedana birûmet silav dikim.

Ceylan bal kişand ser berxwedana xwerêveberiyê ya li Bakurê Kurdistanê û wê bi berxwedana gel Kurd dawî li qetlîaman were. Ceylan da xuyakirin ku Erdogan ê ku biryara qetlîaman dide jî wê were dadgehkirin, wê Serokwezîr Ahmed Davûtoglû yê ku digot ‘ Qetlîamên biçûk in” jî were dadgehkirin.

Ceylan ê ku bang li Serokwezîra Elmanya Angela Merkel, DMME û Konseya Ewropa kir û wiha anî ziman: “Çawa duh destên wan ên qirêj di komployê de hebûn îro jî destên wan di qetlîamên li Sûr û Cizîrê de jî hene. Me çawa ew di komployê de fetisandin, îro jî yên ku dixwazin qetlîaman berdewam bikin em ê vê komployê jî bi berxwedanê vale derxin. Hûn û qatil Erdogan wê hesab bidin.”

Pişt axaftina Mûrat Ceylan, Ciwanên Azad û Ciwanên Jinên Azad ê ku ji Stûttgartê ber bi Strasboûrgê ve meşiyan hatin ser dikê û bang li gel kirin.

CIWANAN: JI KOMPLOYÊ Û ŞÛN DE HÊRS Û KÎNA ME VENEMIRIYE, EM Ê LI BER XWE BIDIN’

Li ser navê meşvanan Rojîn Semsûr axivî û wiha got: “Komploya ku li hember Rêberê me dikeve 18. salê de, ji dîroka ku komplo pêk hatî heta niha hêrs û kîna me ranewestiyaye. Em ê li ber xwe bidin.”

Samsûr bal kişand 3 hevkarên sucên komploya navneteweyî û wiha anî ziman: “Li hember daxwaza azadiya gelê Kurd di serî de DYE û Îngîltere, Ewropa, Îsraîl, Rûsya,TC û Kenya dewletên nayê texmînkirin ku hatine gel hev, dema mijar bû Rêber Apo û gelê Kurd hevkariyek mezin bi hev re dikin.”

ŞAKAR: JI BER ŞERTÊN TECRÎDÊ YÊN LI HEMBER OCALAN WÊ BERXWEDAN BIDOME

Di mitîngê de mafê axaftinê parêzerê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Mahmût Şakar girt û diyar kir, rexmê mercên esareta li hember Ocalan, projeya xwerêveberiya demokratîk a di Şoreşa Rojava de bi pêş ket, li Rojhilata Navîn vegerekî bi heybet da jiyîn.”

Şakar wiha anî ziman: “Ji ber şert û mecên tecrîd û êşkeceyê yên li hember Ocalan, berxwedan didome. Li her parçeyên Kurdistanê berxwedana şoreşê didomin, li pişt bendan, berxwedanek bi qehremanî ya bi rûmet û jiyanê didome. Carek din serkeftin wê ya  gelê Kurd ê berxwedanek bi heybet dide meşandin be.”

Axaftinên di mîtîngê de didomin.

...