Di jêrzemîna wehşetê ya sîyemîn de jî qetlîamek giştî?

Parlamenterê HDP’ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz wiha got: “Di saet derdorî 09:00’an de li taxa ku birîndar lê ne dengê teqînekê hat. Ji bo wê taxê du wesayîtên cenazeyê hatin xwestin.”

Li ser daxuyaniya Wezîrê Karên Hundir ê Tirk Efkan Ala ya “Li Cizîrê operasyon bi dawî bûn” û li avahiya ku li Taxa Sûr a ku 22 kesan jiyana xwe ji dest dan û 23’ê kes kesên birîndar lê  asê mane, ji ber nerakirina birîndaran, fikaran hê zêdetir dike ku bê gelo 23 kesên ku birîndar jî weke yên din hatibin qetilkirin. Parlamenterê HDP’ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz wiha got: “Di saet derdorî 09:00’an de li taxa ku birîndar lê ne dengê teqînekê hat. Ji bo wê taxê du wesayîtên cenazeyê hatin xwestin. Wisa tê xuyakirin ku birîdarên li benda rakirina nexweşxaneyê ne, bi qetlîamê re rû bi rû mane.”

Ji ber agahî ji avahiya 22 birîndarên  ku duh li Taxa Sûr a navçeya Cizîrê ya Şirnexê hatin qetilkirin û 23 birîndar lê ne  nehat girtin û piştî daxuyaniya Wezîrê Karên Hundir Efkan Ala ya “Li Cizîrê oparasyon bi dawî bûn”, fikarên li avahiya weke jêrzemîna wehşetê ya sêyemîn dihat zanîn, birîndarên din jî weke yên hatin qetilkirin qetilkirinbin hê zêdetir dike.

Parlamenterê HDP’ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz têkildarî mijarê daxuyaniyek da û diyar kir, ji beriya daxuyaniya Ala, hêzên dewleta Tirk bi çekên li ser wesayîtên zirxî gule reşandin, “pîroz” kirin. Sariyildiz da xuyakirin ku ji bo herêma birîndar lê bûn ji aliyê hêzên dewletê ve du wesayîtên cenazeyan ên girêdayî şaredariyê hatine xwestin. Sariyildiz wiha anî ziman: “Ji beriya daxuyaniya Efkan Ala qasî nîv saetê li her devera bajêr, çeteyên bi çekên otomotîk ên li ser wesayîtên zirxî gule li hewa reşandin. Piştre hat zanîn ku li ser xwînê pîrozbahiyê dikin. Saet derdorî 09:00’an li taxa ku birîndar lê bûn dengê teqînekê hat. Piştre ji bo taxê du wesayîtên cenazeyan xwestin. Wisa tê xuyakirin ku birîndarên li benda rakirina nexweşxaneyê ne, bi qetlîamê re rû bi rû mane. Îro jî li Cizîrê qetlîamek giştî pêk hat û sucê mirovahiyê tê kirin. Li Cizîra ku destanên qehremaniyê li hember vê hêza qirêj a hikûmeta Erdogan û AKP’ê tên nivîsîn, dixwazin veşêrin. Em difikirin ku wan ew mirov hemû qetil kiribin. Ji vê daxuyaniyê ti wateyek din dernakeve. Heta agahiya rakirina birîndaran neyê dayîn, daxuyaniya ‘Oparasyon bi awayek serkeftî bi dawî bû” ji hişmendiyek qetlîamwarî ye.”