Di hêla giyan û ramanê de me ji mêj ve dijmin têk biriye!

Di hêla giyan û ramanê de ji mêj ve me dijmin têk biriye. Ti teknîka dijmin wê di dilê me û di kenê me negere. Bila ev jî ji wan re bibe kul û derd.

Her roj nikaribim binivîsim jî dema ku keşf digere rasterast dinivîsim.

Ez îro çûme heta bi cem Mamo. Ji ber ku êrîş dikirin me nikarîbû derkevin. Dema ku fersendek bi dest me ve hat ez û Esmer em çûne aliyê Berçem. Çawa ku em gihaştin wir bombe avêtin cihê ku em gihaştinê. Em çend saetan jî li vir asê man. Piştre em derbasî cihê xwe bûn.

Ji ber ku her roj pir giran bombe dikirin cihê ku em tê re diçûn me bi zorê nas dikir. Her dever jixwe nayê naskirin…

GEVER: HEVRÊYÊ WÊREK Û LEHENG

Min cih pir zû guheran ez bezîme muhabereyê. Ji ber ku pir êrîş dikirin ez bi derengî gihiştim cihê xwe. Piştre keşf diçû û dihat. Ji ber ku birîndar hebûn bang li jiyan kirine. Ji tirsa kezeba min qetiya. Ez derbasî taxa Îsmet Paşa bûm. Kamûran û Harûn gotin Gever şehî bûye. Vê şehîdbûnê ez pir êşandim. Piştre em li ser rewşê sekinîn, me got ka em dikarin çi bikin. Piştre me çend tişt plan kirin, bêyî ku kesekî bibînim derbasî cihê xwe bûm.

Gever hate hişê min. Cenazeyî wî jî li erdê maye. Roja ku şehîd bûyî li ser rûyî wî xêzek çêbûbû, min bi henekî digotiyê, estetîk çû. Herî dawî me wiha hev dît. Ew jî hevrêyekî wêrek û leheng bû. Şerkar û dilêr bû.

Min Asîdarê ciwan, li cem Heval Xelîl danî û min Dîren (Mexmûrî) anî cem xwe. Min koma heval Kenan dît û derbasî cem Mahîr bûm. Êdî ez aliqî mam. Keşf hat û pir tund bombe dikirin. Ji bo vê me nikarîbû derbas bibin.

Em ê bi şev li cem hevrê Adîl, Sara, Mahîr û Dîren bin. Di bin bombebaranê de bi nîv şiyarî me şevek dî li pey xwe hişt.

Roja 33. a Berxwedanê

DERBEKE XWEŞ LI DIJMIN XISTINE

Balafirê keşfê ku bi şev tim digeriya sibehê dîsa digere. Ez li cem hevalê Mahîr asê mam. Demekê sekinî, min guh neda bombardûmanê û ber bi cihê cîhaz ve beziyam. Kamûran, Harûn û Berçem li wir bûn. De qey cih tespît kiribûn ku wiha pir bombe dikirin. Bahatîyar û Berçem di nav guleyan de xwe avêtin erdê. Dîsa bi tesadûfî xilas bûn. Min xwe negihandibû lê wan xwe gihandibû cîhaz û rewş ji wan re vegotibûn.

Duh koma Rozerîn û dijmin ketine nav hev. Rozerîn birîndar bûye lê derbeke xweş li dijmin xistine.

5 ZAROKÊN WÎ HEBÛN, BAVÊ WÎ JÎ ŞEHÎD BÛ

Ez û Bahtiyar em çûne heta bi cem heval Rozerîn wan. Dijmin hema wiha bê hedef guleyan direşîne. Piştre em dîtin. Ez û Bahtiyar em bi zorê xilas bûn. Dijmin bi pêş ve çûye û cihê ku em pê nizanin bi dest xistiye. Ya herî xirab jî hevalek şehîd bûye. Piştre ez hîn bûm Heval Sefkan şehîd bûye. Çawa şehîd bûye nizanim. Ew wiha bi hêsanî şehîd nedibû. Bav bû, 5 zarokên wî hebûn. Bavê wî jî şehîd bûbû.

Ev felaket e. Navê vê ne şer e jî. Ev hovîtî ye, barbarî ye…

DAIŞ DI DEWRÊ DE YE

Van rojan dema ku dijmin êrîş dike pir bê pergal e. Ev DAIŞ in. Ji ber ku bi Erebî diaxivin. Tîpên wan jî ecêb in. Hemû girs in û temenê xwe jî mezin in. Hin qorîcî jî di nav wan de hene. Bi Kurdî ji me re dibêjin teslîm bibin. Ne girîng e bê ka dijmin ji kû ye. Ya girîng ew e ku niha divê operasyonê de ne û îxanet tercîh kirine. Helbet rojekê wê hesabê vê were pirsîn.

Li Îsmet Paşa şer giran e. Wek ku hevalan derbên xweş li wan dane. Ji dengan wiha tê fêhmkirin.

NÊZÎ 40 DIJMÎNÎ…

Îro sibehê bi obûsan pir li bajêr xistin. Ji hewa wê ya dewisî her dever dihejije. Ji her derê toz û dûxan radibe. Li gel vê jî me karî ku em li ser piyan bimînin. Tevahiya rojê ji ber sedema keşfê me nekarî ji cihê xwe bilebitin.  Min niha li nûçeyan guhdarî kir..nêzî 40 dijminî hatiye kuştin. Moralê her kesî li cih e, axirê, kêm jî me me tola şehîdên xwe hilda.

Em pozîsyona xwe diparêzin. Çend metre wî alî dijmin bînahiyek bi dest xist. Li ser me serdest e. Lê ji ber ku ji kolanê hatin me nekarî li wan bixin. Niha êdî çûn û hatin jî dibe problem. Bê sekn bi kepçeyên zirxî dixebitin. Ew der tij dijmin e. Ez bi zorê hevalan zevt dikim. Xwezî hin tişt min jî zext nekin. Lê bêyî ku em singe sing şer bikin şehîdbûna bi teknîkê min diqutifîne. Ji ber ku hê min tola xwe nehilandiye. Bersiveke min heye ku divê bidim vî dijminî

DRONEYEKE DIN

Em ji keşfê bêzar bûn. Heron ne bes bû vê carê jî Drone li ser serê me dikine virevir. Baş e ku îro me yeke dî jî şikan.

BI EVÎNA WELÊT, BI LEHENGÎ

Ez hewl didim pênaseyekê ji bo vê mîzansena hîsî bibînim ku vê pêvajoya dawî em dijîn. Mînakê dîrokê di hişê min de zindî dibin. Dastana Edûlê-Dewrêş xwe dubar dike. Rêbertî, me jinê gerîla dişibîne Edûlê. Dastana Dewrêş, Edûlê û 12’an xwe dubar dike.

Edûlê, keça esîl a êla Mîlanan. Eşîra min û wê yek e. Ango ez jî Mîlanî me. Dewrêş mêrekî Kurd ê fêris, şerker û bi rûmet.

Edûlê dema ku Dewrêş dimire lorîkekê davêje ser. Zêmareke bi navê Delalo Dewrêşo. Dewrêş hilma xwe ya dawî li ser kabên Edûlê dide.

Heke ez xwe bişibînim Edûlê wê ev ne şibandineke dûrî rastiyê be. Li ser kabên min ciwanên Kurd ên leheng ên wekî Dewrêş hilma xwe ya dawî dan. Lê min nekarî ku zêmarekê ji bo wan bibêjim. Edûlê Dewrêşek ji dest da û bi êşeke wiha mezin zêmarek got. Lê ez, min şahidî ji çûna çend Dewrêşan re kir…

Dewrêş? Botan bû, Demhat bû, Gever, Reşo, Diyar, Baz, Eşref, Xeyrî û gelekên din.

Ew Dewrêşên serdemê de..ew şervanên dilêr û leheng in ku dildarê welêt bûn.

Roja 50’î a Berxwedanê

HEMÛ TEKNÎKÊ DIXEBITÎNIN

Êdî her roj nikarim binivîsim. A rast ji destpêkê ve min nikarîbû roj bi roj binivîsim. Min didan ser hev û yên di hişê xwe de dinivîsin. Têkildarî çend rojên dawî dixwazim hin tiştan binivîsim.

Ez li taxa Cumhurîyetê bûm. Di deste me de tenê xetek mabû. Ji bo ku di vê xetê de em demeke dirêj şer bikin, êdî em her tiştî seferber dikin. Me dest bi çêkirina tûnel û mewziyan kir. Ji ber ku her dever bûye kavil. Jixwe tişta ku jê re xanî tê gotin nemaye. Di vê dema dawî de dijmin bi rengekî ku kevir li ser kevir nehêle êrîş dike. Hemû teknîkê dixebitînin, tang qet nasekinin. Diyar e ku dewleta Tirk hemû cebilxaneya xwe li ser me diceribîne. Depoyên xwe yên cebilxaneyê vala dike. Van deh rojên dawî çeka bi fosfor û teqemeniyan bi kar tîne. Cihê ku lê dixin agir pê dikeve. Bi gotina hevalan, ev dijmin baş hesabê me dike.

HEMÛ WEKE ZÊR IN

Li taxa Gazîpaşayê çi dibe em nizanin. Şer heye, dijmin derban dixwe lê rewş çiye em nizanin.

Ez ne serwerî taxa Gazîpaşa me. Ez kitekitan baş nizanim lê li xeta Tataran heval derbên xweş li dijmin dixin. Bi mesafeya bombeyê nêzî hev in lê dijmin nikare bi pêş ve biçe. Dema ku heval nikarin guleyan bavêjin bi gotinan bersiva wan didin. Li wir Gelhat pir çalak e, Yilmaz ê Amedê tenê ji bo çend saetan perwerde çekê dît lê bi pêlevanî şer dike. Dîsa Serhat, Hazim ê Mexmûrî, cengawer in. Ez wan pir nebînim jî tekmîla wan distînim. Gule di van ciwanan re diçine lê belê ti çek di motîvasyona wan, di hêrsa wan naçin. Hemû jî weke zêr in…

BAHTIYAR BI KANASA BÊRÎVAN..

Ez hinekî behsa Bahtiyar bikim. Sekvan e û sekvaniya xwe ya pêşî bi zîrektî pêk anî. Piştre dema ku di nûçeyan de hate gotin Serdarekî wan hatiye kuştin me hinek henek kirin û me wiha ew bi nav kir. Qet perwerdeya sekvaniyê nestandiye lê baş lê dixe. Min karnasa şehîd Bêrîvan dayê. Niha ew dixebitîne…

DI HÊLA GIYAN DE, DI RAMANÊ DE JI MÊJ VE YE KU EM BI SER KETINE

Îro di xeta Bînahiya Bîrlîkê de dijmin bi ser me de hat. Adîl û Avareş rista xwe pir baş bi cih anîn. Hem jî bêyî ku bipirsin, bi însîyatîva xwe li wan xistin. Pêşî li kepçeye zirxî xistin. Piştre dema ku komeke leşker bi hev re bû li wan xistin, 8 ji wan mirin. Piştre dijmin dîn û har bû. Bê rawest êrîş dikirin. Ev jî nîşan dide ku derbeke xweş xwarine.

Di hêla giyan û ramanê de ji mêj ve me dijmin têk biriye. Ti teknîka dijmin wê di dilê me û di kenê me negere. Bila ev jî ji wan re bibe kul û derd. Bi hêrsê, bi tolhilanê, bêyî ku em bihêlin dijmin hilmê bide û bistîne êrîşkirina li ser dijmin û jiyîn

Roja 51. a Berxwedanê

Berê sibehê min xwe gihande Mamo Xelîl. Ji pencereyê min li halê Avareş û Adîl pirsî, bi dengekî kêm, bi îşaretan min têkilî danî, baş bû û moralê wan li cih bû. Ji ber ku derb li dijmin xistibûn pir baş bûn. Bêyî ku em bêhtir biaxivin, dijimin pir hişk êrîş bi ser wê mesafeya me de anî. Ev wê rojê li cem Mamo Xelîl mam. Ji ber ku tangan li bînahiya pêşberî me dixist kavilên wê bi ser mala me de dirûxiyan. Wê ji derî biketena hundir, me bi hemû himeta xwe, xwe da ber dêrî û nehişt ku were hundir. Jixwe toza tuxleyan kezeba mirov dihêrifînin. Me ber devê xwe maske kir. Bi piranî jî em li odeya komirê ya malê man. Tevahiya rojê me nikarîbû hilmeke paqij bistînin.

Ev çend ro jin li taxê kepçeyên zirxî dixebitin. Malên li ser xetê hemûyî xira dikin û xîzê datînin. Bû weke girekî. Êdî tang wê ji wir ve bavêjin. Ne ji girên dûr wê ji nêz ve bavêjin.

SLAV JI WE DENÎZAN RE

Min gotibû ev 2 roj in bêdengiyek heye. Xwezî min negotiba. Îro bêdengî nehiştin. Tevahiya rojê bi bombeavêjan û tangan êrîş dikin. Jixwe guleyên teqemenî bê hedef davêjin.

Îro salvgera şehîdbûna Denîz Gezmîş wan e..Ez bi minetî wan bi bîr tînim. Me navê wan hilgirt û alaya şoreşê ya ku me ji wan hilgirtiye, bi rûmet li ba dikin.

Slav ji we Denîzan re..

Slav ji berxwedêr û şoreşgeran re…

TANG KIRE HEDEF Û LÊXIST

Van du rojên dawî pir hişk êrîş dikin. Kepçeyên zirxî du û du tên. Êdî li ser kepçeyê jî çek heye. Her dema ku tê me lê dixin. Vê carê Avareş lêxist. Roja dî Sîpan, heman rojê jî Avareş bi B-7’ê tang kire hedef û lêxist. Çeka wê îmha kir ku dû pê diket, lê nizanîbû raweste. Yek derb dixwar û piştî demekê yeka dî dihat. Êdî di destê me de BKC, karnas, çi hebûya…

DI DAWIYÊ DE AZADÎ HEYE

Şerê jiyanê bi hemû giraniya xwe berdewam dike. Şer pir giran e lê dil hêvîdar in û şad in. Ev e ya ku dibe sedem em heq ji her dijwariyê derkevin û ji kotûkêşiyê xilas bibin. Li gel êş, şer û dijwariyan jî gelek sedemên ken hene, gelek tiştên ku werin parvekirin, ku mirov pê ve were girêdan. Hêrs heye, hezkirin heye û li dawiyê jî azadî heye.

DEMA KU DIJMIN NIKARE TÊK BIBE..

Ji bo ku em êrîşan bişkînin em weke gêrikan dixebitin. Li cihê ku em lê diman duh topek lê ket. Li çend dîwaran ket û derbas bû, ya seyr ew e ku di nav rokêtê de tiştek li derdorê belav dibû û hê jî dişewitî. Dûxanê jî dikir ku mirov bikuxike. Me av pê de rijand û vemirand naxwe her roj ji dûr ve diavêtin.

Dema ku bi kirinên xwe nikarin me têk bibin berê xwe didin rêbazên herî bê exlaq. Gelek mînakên vê yên berbiçav hene. Tenê şerê bajêr jî bes e ku vê bêexlaqiyê vebêje…

Dîsa di ser kavilan re dixwazin girekî çêbikin. Vê carê em destûrê nadin. Ev 4 roj in em ji bo vê şer dikin. Kepçeyên zirxî cot dixebitin û kamyonan tînin. Her hevalê ku lê dixe di ser cîhaz re dirûşman berz dike. Dirûşma me ya navder, ‘’Bijî berxwedana YPS, Bijî Berxwedana YPS-JIN, Bimre Faşîzm’’ Ev rewş berdewam dike.

Roja 65. a Berxwedanê

HER SAET TIJÎ YE

Gelek tişt hene ku divê werin gotin û parvekirin. Her roj, her saet tije derbas dibin. Gelek bûyer heneke di kêliyekê de. Min gelek jê nenivîsîn. Ne ku min ji bîr kirin, lê jmin ê çawa pênase bikira, yan jî ez ê çi navî lêb ikim?

DI BARÎKATÊ DE DENGÊ LÎLANDINAN

Êrîşa dijmin bi hemû bêperwabûna xwe didome. Berê xwe  dane Meydana Cumhurîyetê. Kobrayek û tangek çû, mayineke ku ev çen roj in em pê re dilebikîn teqiya. Kobra bi temamî îmha bû. Tangê derb xwar. Helena lîland. Heval Sîpan pir bi ser min de hat, min jî lîland. Bijî Berxwedana YPS, YPS-JIN…

JI QEHRA DIJMIN DIJÎM

Ez behsa xwe bikim. Ez jî ji lingê xwe û ji kemexa xwe bi parçeyên guleya teqemeniyê birîndar bûn. Ku em werin ser bûyerê, ji bo hin karên lezgîn ez çûme taxa Îsmet Paşa. Bi Kamûran û Harûn re me plansazî kir. Diviya bilez biçûma. Rozerîn jî min bi xwe re bir. Ez Mamo Xelîl, Avareş, Stêrk, Genc Yilmaz em bi rê ketin. Ji ber ku bi şev bû termal dixebitîn. Rozerîn baş nedidît. Min bi destê wê girtibûn û em dimeşiyan. Navbereke teng hebû. Yilmaz li pêş çû. Tam min gava xwe avêt, ketim erdê, gule di ser min re çûn. Piştre min xwe avête nav kavilan. Hê jî li me direşandin. Lê ez ji hedefa wan derketibûm. Min bang kir, her kes baş bû. Min destê xwe da birîna xwe ne giran bû.Seyr e, di nav ew qas guleyan de çawa tiştek nebû. Dibêjin heqê evdan 3 cara ye lê ev heqê min ji zû de ye xilas bûye. Bila be, ji qehra dijmin dijîm.

Piştre ez û Yilmaz em gihaştin cihê Helena. Her kes baş bû..Mustafa hat û li bîrana min nerî, parçe ji nav derxist. Roja pêşî min nikarîbû bimeşim, niha baş im. Dema ku min halê birîndar ê Heval Gelhat dîtî min sond xwaribû. Heta ku bikaribim şer bikim ez ê xwe li erdê dirêj nekim. Ji ber ku Gelhat, Devrîm û Rozerîn wiha bûn.

Dijminê lanet pê de hatî..

Em bimirin jî, em bi ser ketin..

LÊ HÛN?...

ÇAVKANÎ: YENÎ OZGUR POLÎTÎKA