Di êrîşên dewleta Tirk ên li hemberî Cerablûsê de 29 sivîl mirin
Di êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li hemberî Cerablûsê de heta niha 29 sivîlan jiyana xwe ji dest dan.
Di êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li hemberî Cerablûsê de heta niha 29 sivîlan jiyana xwe ji dest dan.
Li Cerablûsa Jêrîn, di topbarana çete û hêzên dewleta Tirk de 25 sivîlan jiyana xwe ji dest dan. Danê vê sibehê jî ji malbata Dîrbasê 4 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmî hatine bidestxistin, balafirên şer ên Tirk vê gavê bombeyan li gundê Keklîce yê li rojavayê bajêr dibarînin.
Tê gotin, bombe li qadên sivîlan tên barandin û herêm wêran bûye.
Li gorî agahiyan, çete bi wesayîtan direvin başûrê bajêr û leşkerên Tirk tevî ku wan dibînin jî tiştekî bi wan nakin.