Di doza qetilkirina Ayşe Hanay de du kes hatin tehliyekirin

11’ê Sibata 2012’an li gundê Dîreklî yê navçeya Ebex a Wanê Ayşe Hanay a 23 salî piştî rastî lêdanê hat bi keleşnîkofê hat qetilkirin.

11’ê Sibata 2012’an li gundê Dîreklî yê navçeya Ebex a Wanê Ayşe Hanay a 23 salî, piştî rastî lêdanê hat bi keleşnîkofê hat qetilkirin. Têkildarî doza Hanay ji bo hevserê Hanay Mustafa Hanay 17,5 sal ceza hat birîn, ji bo apê bersûc Suat Hanay û birayê wî Behçet Hanay jî cezayê muebbetê hat birîn. Di yekemîn doza ku Dadgeha Bilind biryar xera kiribû, heyeta dadgehê biryar da ku hevserê Hanay girtî bimîne û 2 bersûcên din Suat Hanay ve Behçet Hanay tehliye kir.

KOMELEYÊN JINAN BI BERTEK IN

Piştî biryarê endamên Komeleya Jinan a Wanê daxuyaniyek dan. Selen Ozumver a daxuyanî xwend got, “Ev biryara dadgehê wê qatilên rastî, yên didin kirin û zîhniyeta jinan qetil dike careke din bi cesaret bike.”