Dadgeha Bilind daxwaza neqilkirina dosyaya “JÎTEM’a Kerboran” a bi hinceta “ewlekariyê” sewqî Dadgeha Cezayê Giran a Semsûrê hatibû kirin û têkildarî qetilkirina 7 sivîl û leşkerekî hatiye vekirin red kir. Rûniştina dozê wê 1’ê Cotmehê li Yekemîn Dadgeha Cezayê Giran a Semsûrê pêk were.
Dadgeha Cezayê Giran a Midyadê ku îdîanameya Dozgeriya Komarê ya Midyadê ya têkildarî bûyera 1995’an a li Kerboranê ya 3 jê zarok 7 sivîl û leşkerek hatibûn qetilkirin amade kirin qebûl kir, bi hinceta “ewlehiyê” daxwaza neqilkirinê kiribû. Wezareta Edaletê ya serlêdan lêkolîn kir biryar dabû ku doz neqlî Dadgeha Cezayê Giran a Semsûrê bê kirin.
Vê carê jî ku Yekemîn Dadgeha Cezayê Giran a Semsûrê xwest doz bê neqilkirin 5’emîn Daîreya Ceza ya Dadgeha Bilind ev daxwaz red kir.
Doza "JÎTEM Kerboran” 1’ê Cotmehê li Dadgeha Cezayê Giran a Semsûrê wê pêk bê.