Di 'Doza Bingehîn a KCK'ê de 'Gilînameya FETO' hat xwestin

Di 'Doza Bingehîn a KCK'ê de biryara navberê hat eşkerekirin. Li gorî vê yekê wê ji Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê 'Gilînameya FETO' bê xwestin.

Di 'Doza Bingehîn a KCK'ê de, ku bi operasyonên qirkirina siyasî yên sala 2009'an li Amedê destpê kir û tevî Hevserokê KCD'ê Hatîp Dîcle û Hevserokê Giştî yê DBP'ê Kamûran Yuksek 161 siyasetmedarên Kurd lê tên darizandin, biryara navberê ya rûniştina 62. hat eşkerekirin.

Rûniştina dozê li 2. Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin û taloqî 26'ê Cotmehê hat kirin. Heyeta Dadgehê biryar da ku ji Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê 'Gilînameya FETO' bê xwestin.

Li gorî biryarê, wê mînakek ji biryara HSYK a li ser dûrxistina ji kar a dadger û dozgerên di çarçoveya lêpirsîna FETO de hatine dûrxistin, bi rêya înternetê were şandin û li dosya dozê were bicihkirin. Dadgehê hikum da ku dozger heta rûniştina dozê mutalaa xwe amade bike.