Di çalakiyan de 5 leşker hatin kuştin

Di çalakiyan de ku gerîlayên HPG/YJA Starê li dar xistin, qasî hat zelalkirin 5 leşker hatin kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkîldarî çalakiyên gerîla daxuyaniyek nivîskî weşand. Di daxuyaniya HPG’ê de ev agahî hatin parvekirin;

COLEMÊRG

26’ê Cotmehê saet 15.30’an hêzên me li dijî leşkerên artêşa TC ên li derdora girê Şehîd Hozan ê li qada Bînbîr a girêdayî navçeya Gever a Colemêrgê ji 5 baskan ve çalakî li dar xistin. Baskên yekem û duyem bi çekên giran û sûîqestê li gir dan. Li vir 3 leşker hatin kuştin.

Baskê sêyem jî bi çekên giran li konên leşkeran dan, baskên çaremîn û pêncemîn jî bi çekên ferdî berê xwe dan 6 çeperên leşkeran. Li vir 4 çeper, 5 kamerayên çavdêriyê û teleskopek hat îmhakirin. Li çeperên îmhakirî kuştiyên dijmin hene. Hejmara leşkerên ku di çeperan de mirî û birîndar in nehat zelalkirin. Her wiha di çalakiya sûîqestê de leşkerek hat kuştin. Piştî çalakiyê artêşa TC qad da ber obus û hewanan, saetên êvarî jî bi helîkopterên Kobra li qadê da.

Ev çalakî ji bo bîranîna hevalên me yên ku li herêma Zagrosê şehîd bûne hatiye lidarxistin.

26’ê Cotmehê saet 16.00-17.00’an hêzên me li dijî leşkerên li girê Koordîne yê girêdayî navçeya Çelê ya Colemêrgê bi hewanan çalakî li dar xistin. Di vê çalakiyê de hejmara leşkerên mirî û birîndar nehat zelalkirin.

ŞIRNEX

25’ê Cotmehê hêzên me li dijî leşkerên ku li girê Şehîdan ê girêdayî navçeya Qileban a Şirnexê çeper çêdikirin çalakiya sûîqestê li dar xistin û leşkerek hat kuştin.

25’ê Cotmehê saet 21.00’an hêzên me li dijî nuqteya leşkerên ku li têketina gundê Dêrahinê yê girêdayî navçeya Qileban a Şirnexê ji nêz ve bi çekên ferdî çalakî li dar xistin. Di vê çalakiyê de hejmara leşkerên mirî û birîndar nehat zelalkirin.

ÇEWLIK

26’ê Cotmehê li navenda Dara Hênê ya Çewlikê hêzên me li dijî artêşa TC çalakiya sabotajê li dar xistin. Têkîldarî çalakiyê her ku detay hatin wê bi raya giştî re bên parvekirin.

Operasyona artêşa TC a ku qada Akdag a girêdayî navçeya Dara Hênê dabû destpêkirin hê jî didome.

AMED

Operasyona artêşa TC a ku li qada Apê Mûsa ya girêdayî navçeya Licê ya Amedê dabû destpêkirin hê dewam dike. Êvara 26’ê Cotmehê balafirên şer û helîkopterên Kobra qad bombe kirin.

Artêşa Tirk a ku 21-22’yê Cotmehê li qada Şehîd Mizgîn a girêdayî Bedlîsê bi zêdehî tevdigeriya, 23’yê Cotmehê bi balafirên şer qad bi dijwarî bombe kir. Li vê qadê ku ji bejahî jî hat topbarandin, yekîneyek gerîlayên me ku ji 4 kesan pêk dihat û ji wezîfeyê vedigeriyan, şehîd bûne.

DERSÎM

Gerîlayên me li dijî qereqola Tûrnûva ya girêdayî navçeya Pilûr a Dersîmê çalakiyek li dar xistin. Detayên vê çalakiyê wiha ne;

22’yê Cotmehê danê sibehê saet 06.00’an çalakiya li dijî qereqol û girê Tûrnûva dest pê kir. Baskê yekem; êvarî saet 00.00’an yekîneya leşkerî ya li Derbendê kirin hedef, ber bi danê sibehê jî li dijî yekîneyek din a xwe nêzî vê yekîneyê dikir çalakî hat lidarxistin. Li vir şerekî demkurt rû da. Baskê duyem jî bi bandor li çeperên kalekolê xistin. Baskê sêyem jî bi çekên navîn û ferdî li çeperên hewan û obusê dan, li vir şer rû daye. Helîkopteran leşkerên mirî û birîndar rakirin, lê hejmar nehat zelalkirin. Domahiya operasyonê de di encama çalakî û şer de 5 gerîlayên me şehîd bûn.

Li bejahiyê operasyona yekîneyên artêşa TC dewam dike. Têkîldarî pêşketin û operasyonan agahî bên girtin wê bi raya giştî re bêne parvekirin.

HATAY

25’ê Cotmehê saet 07.30’an yekîneyek me li navçeya Dortyol a Hatayê li şantiyeya Kevir a Akyapiyê ku aîdî dewleta AKP’ê ye, 15 kamyon û kepçeyek şewitandin.”

NASNAMEYÊN 4 GERÎLAYAN

Nasnameyên 4 gerîlayên ku jiyana xwe ji dest dane wiha ne;

 

Nasnav: Dara Norşîn

Nav û Paşnav: Zana Ozcan

Cihê Jidayikbûnê: Bedlîs

Navê Dayik û Bav: Melek - Hasan

Dîrok û Cihê Şehadetê: 23’yê Cotmeha 2016’an / Bedlîs

 

Nasnav: Soro Zerdeşt

Nav û Paşnav: Vedat Tekîn

Cihê Jidayikbûnê: Êlih

Navê Dayik û Bav: Behiye - Alaatîn

Dîrok û Cihê Şehadetê: 23’yê Cotmeha 2016’an / Bedlîs

 

Nasnav: Yilmaz Cemşîd

Nav û Paşnav: Cahît Beyhan

Cihê Jidayikbûnê: Bedlîs

Navê Dayik û Bav: Kamîle - Ziya

Dîrok û Cihê Şehadetê: 23’yê Cotmeha 2016’an / Bedlîs

 

Nasnav: Çekdar Baz

Nav û Paşnav: Semîh Baz

Cihê Jidayikbûnê: Êlih

Navê Dayik û Bav: Naîme - Veysî

Dîrok û Cihê Şehadetê: 23’yê Cotmeha 2016’an / Bedlîs

...