Di çalakiya xizmên windahiyan de protestoya Komkujiya li Cizîrê

Malbatên xizmên wan ji aliyê dewletê ve hatine windakirin, her li edaletê digerin. Di çalakiyên li Amed, Êlih û Colemêrgê de malbatan û parêzvanên mafên mirovan, komkujiyên li Cizîrê şermezar kirin.

Malbatên xizmên wan ji aliyê dewletê ve hatine windakirin, her li edaletê digerin. Di çalakiyên li Amed, Êlih û Colemêrgê de malbatan û parêzvanên mafên mirovan, komkujiyên li Cizîrê şermezar kirin.

AMED

Xizmên windayan û ÎHD'ê bi dirûşma "Bila winda bên dîtin, kiryar bên darizandin" cara 366'emîn li ber Abîdeya Mafê Jiyanê ya li Parka Koşûyolû çalakî li dar xistin. Di çalakiya ku wêneyên windayan hatin hilgirtin de xizmên windayan û parazvanên mafên mirovan edalet xwestin. 

Di çalakiya ku vê hefteyê aqûbeta Sînan Fîdan û Salîh Çalik ên ku di 1994'an de li gundê Şahlatê ya navçeya Karaza Amedê hate binçavkirin û piştre ji wan agahî nehatin wergirtin hate pirsîn de Serokê ÎHD'ê ya Amedê Racî Bîlîcî axivî û got ku ew ê lêgerîna xwe ya ji bo kesên ku hatine qetilkirin bidomînin. 

Piştî Bîlîcî çîroka windakirina Salîh Çalik û Sînan Fîdan ji aliyê nûnerê ÎHD'ê yê Herêmê Abdulselam Înceoren ve hate parvekirin. Încesozen wiha got: "Ji ber ku gundê Şahlatê ji aliyê leşkeran ve hatibû şewatindin malbata Çalik koçî navenda Amedê kiribûn. Lê ji ber ku karker bû diçû gund û dihat. Roja bûyerê Salîh ji bo ku bixebite dîsa çûbû gund. Li gund operasyona leşkerî hatibû destpêkirin. Leşkeran gund bi çekên luledirêj ve gulebaran kirin. Di dema gulebaranê de 2 welatiyan jiyana xwe ji dest dan. Çalik jî ji lingê xwe bidîndar bûbû. Ji ber ku birîndar bû nekarî ji gund derkeve û çûbû mala Suleyman Muntaş. Lê leşkeran bi ser malê de girtin. Di serdegirtinê de Suleyman Muntaş, Salîh Çalik û Sînan Fîdan ê ji bo Çalik derman bike li malê bû hatin binçavkirin. Muntaş piştî 25 rojan hate berdan. Salîh û Sînan jî di bin çavan de man. Piştre ji herduyan jî agahî nehat wergritin. Malbatan serî li Serdozgeriya Komarê ya DGM a Amedê dan. Lê dozger daxwaznameya malbatan bi gotina "Ev şexs me negirtiye biçin ji PKK'ê bipirsin" paşvegerand.

Piştî ku çîroka windakirinan hate parvekirin çalakî bi dawî bû. 

GEVER

Li navçya Geverê ya Colemêrgê xizmên windayan û ÎHD ji bo aqûbeta xizmên xwe yên hatine windakirin û qetilkirin bipirsin li Kolana Hunerê cara 95'emîn hatin cem hev. Malbatan di çalakiyê de wêneyên kesên ji aliyê JÎTEM û leşkeran ve hatine qetilkirin û windakirin hilgirtin. Di çalakiyê de nûnerên ÎHD, rêxistinên DBP, HDP’ê, Dayîkên Aştiyê, Parlamenterên HDP’ên Colemêrgê Nîhat Akdogan, Abdullah Zeydan û gelek welatî amade bûn. Dayîkan di çalakiya hefteya 95'emîn diyarî kesên ku li Cizîrê ji aliyê hêzên dewletê ve hatine şewitandin û qetilkirin kirin. Dayîkan bi çalakiya rûniştinê komkujiyên AKP’ê şermezar kir. 

Piştî rêzgirtinê Parlamenterê HDP’ê yê Colemêrgê Nîhat Akdogan axivî û bal kişand li ser komkujiyên dewleta tirk ên li Cizîrê û wiha got: "Hêzên dewleta tirk bi salan e li Kurdistanê komkujiyan pêk tîne û polîtîkayên qirêj li ser gelê kurd dimeşîne. Niha jî hêzên dewleta tirk û Erdogan li Cizîra Botanê bi awayekê hovane gelê kurd qetil dike." Akdogan bilêv kir ku dewleta tirk ji ber ku vîna gelê Cizîrê nekarî bi tank û topên bişkîne birîndarên ku di jêzemîna avahiyan de bi benzînê şewitandin. Akdogan diyar kir ku hikûmeta AKP’ê ji birîndarên wan tirsane û ji ber wê jî rêbazên wahşetê bi kar anîne. Akdogan da zanîn ku ew ê hesaba kesên ku AKP’ê li Cizîrê qetil kir bi têkoşîna gelê kurd bi pirsin. 

Piştî axaftina Akdogan ji bo hemû şehîdên Kurdistanê 5 deqe çalakiya rûniştinê hat lidarxistin.

ÊLIH

Şaxa ÎHD’ê ya Êlîhê û xizmên windayan çalakiya xwe ya "Bila winda bên dîtin, kujer bên darizandin" di hefteya 366’emîn de li ber Abîdeya Mafên Mirovan a li ser rêya Gulîstan pêk anîn. Di çalakiyê de xizmên windayan pankarta ku wêneyên windayan li ser vekirin û wêneyên xizmên xwe yên hatine windakirin wêneyê Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî hilgirtin. Parlamentera HDP’ê Ayşe Acar Başaran, Rêxistinên DBP’ê û HDP’ê jî piştgirî dan çalakiya xizmên windayan. Xizmên windayan bi çalakiya xwe de komkujiya Cizîrê şermezar kirin. 

Parlamentera HDP’ê Ayşe Acar Başaran di çalakiyê de axivî û anî ziman ku berpisyarê komkujiyên salên 90’an îro dîsa li Kurdistanê komkujiyan li ser gelê kurd pêk tîne û got ku ji ber bêdengiya cîhanê îro li ber çavên tevahî cîhanê li Cizîrê gel tê şewitandin û qetilkirin. 

Serokê Şaxa ÎHD’ê ya Êlîhê Mehmet Bagatir bi gotina “Cizîr bû navnîşana komkujiyê” nerazîbûna xwe li hemberî qatlîamên dewletê da û wiha axivî: "Birîndarên di jêrzemînan de hatine şewitandin. Ji 100'î zêdetir welatiyên hatin qetilkirin nayên naskirin. Di sedsala 21'emîn de wehşeta bi vî awayî xwîna mirov disekînêne."

Bagatir bilêv kir ku Cizîr bû fedayê bêdengiyê û wiha berdewam kir: “Cizîr hat şewitandin, hat bombebarankirin û êdî ev birîn nayê dermankirin. Banga Cizîrê ya avê di dilê me de bû şermekî. Heger ku em ji bîr bikîn bila dilê me zuwa be. Em êdî bêdeng namînin. Em ê bi dengê xwe vê bêdengiyê bişkenîn.”

Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê dawî bû.