'Di berxwedana Kobanê de kedeke mezin a gelê Bakur heye'

Berxwedan û serketina Kobanê, ku li dijî çekên giran ên çeteyên DAIŞ'ê bi kalaşnîkov û bombeyên destan hat afirandin û ji aliyê tevahiya cîhanê ve bi baldarî hat şopandin, dikeve sala duyemîn.

Serketin bi lehengiya şervanên YPG û YPJ'ê bi dest ket. Yek ji mirovên di nava vê berxwedanê de cih girt, Kemal Kurê Mahmûdê Şabe ye.

Ji gundê Elacaxê ye, ku li qiraxa Çemê Firatê ye û bi 35 kîlometreyan dûrî navenda Kobanê ye. Çemê Firatê jiyanê didee vê herêmê. Li qiraxa çem bajarokê bi navê Şêxler heye. Herêm bi vî navî tê naskirin. Tevî ku ev herêm axa Kurdistanê ye, bi polîtîkaya bi navê 'Kembera Ereb' bê Kurd hat hiştin, ya jî Kurdan neçar man serweriya Ereban qebûl bikin. Malbata Şabe jî yek ji kêm malbatên Kurd in ku di nava nifûsa Ereb de derfetê jiyanê dîtiye.

Malbata Şabe, dema 'Artêşa Azad' li vê herêmê bû, cih û warên xwe neterikand. Di dema 'Artêşa Azad' de gelek tehde lê hat kirin, gelek ji wan hatin girtin, lê dîsa jî dest ji ax û malên xwe berneda. Heta ku DAIŞ berê xwe bide qada Şêxler. Dema ku hatina DAIŞ'ê bihîşstin, malbatê koçî navneda Kobanê kir. Sedema vê koçê jî, hovîtiya DAIŞ'ê bû. Komkujiya ku DAIŞ'ê li Şengalê kir û firotina jinan li bazarên koleyan. Ji ber vê yekê, bê teredût yekser xwe li navenda Kobanê girt. Şabe dibêje berê jî têkiliyeke wan axurt hebû û li vê derê piştî şoreşê dest bi kar kirine.

Kemal 37 salî ye. Pênc bira, heft xwişk in. Ji ber rewşa madî ya malbatê nekarî bixwîne. Piraniya emrê xwe bi çêkirina brîket derbas kir. Zewicî ye, çar kur û keçeke wî heye.

'EM LI SER SÎNOR PERÎŞAN BÛBÛN; ME DESTEK DIDAN HEV'

Dema xwe li Kobanê girt, dilê malbatê rehet bû. Tevî ku cih û warên xwe, bîranîn û gundê xwe terikand jî, di demeke kurt de li nava jiyana Kobanê bi cih bû. Şabe dibêje: Ji ber ku Kobanê bajarekî Kurd lê bûn. Lê ya herî girîng jî ew bû; li vê derê şoreş pêk hatibû. Şoreşê mirov li hev dicivand. Mirov xwe li vir xerîb nedidît.

Me digot, dibe ku DAIŞ êrîşî Kobanê bike, lê wê hewl nede dagir bike. Bi hawan, tank û fuzeyan ji sê aliyan ve êrîş kirin. Piştî ku DAIŞ'ê xwe nêzî bajêr kir, me berê xwe dan sînorê Pirsûsê yê Bakurê Kurdistanê. Mirovan alavên pêwîst ên karîbûn bi xwe re bînin, dabûn ser pişta xwe, hinekan jî li wesayît û traktoran bar kiribûn. Sekna li ser sînor ji bo hingî tişta herî ewle bû, lê belê hem ji ber şert û mercên demsalê, hem jî ji ber dirêjbûna dema şer, rewşa mirovên li ser giran dikir. Ji xwe piştî demekê çeteyên DAIŞ'ê top avêtin gelê li ser sînor. Lewma beşeke mezin a gelê li ser sînor dest pê kir derbasî Bakurê Kurdistanê bibe. Rewşa me ya li ser sînor perîşanî bû. Xwarina ku me bi xwe re biribû, qediya bû. Kurekî me di pêçekê de hebû, li malê me ew bi mast xwedî dikir, li ser sînor mast jî nema bû. Em sih kesên malbatê li ser sînor bûn. Tevî me ji xwe şêniyên Kobanê jî hebû. Nexweşiya dil bi dayika min re hebû, rewşa wê nebaş bû. Me ew şand aliyê Pirsûsê. Piştî wextekê bavê min ji sînor derbas bû û çû. Keriyê pez hebû, me ew jî derbas kir ji bo bifiroşin. Xwarina me qediya bû. Malbatên ku ard bi wan re hebû, bi me re parve dikir. Me jî li nava erd, ji xwe re nan çêdikir. DAIŞ'ê jî hawan û top davêt ser gelê li ser sînor. Hawanek hat li nava koma malbata xalê min ket, ku bi sed metreyan dûrî me bû. Ciwanekî 25 salî jiyana xwe ji dest da, 3 jî birîndar bûn. Piştre çend topên din li cihê nêzî me ket."

'GELÊ BAKUR EM QET BI TENÊ NEHIŞT'

Şabe destnîşan dike, ku tevî van bûyerên li ser sînor diqewimîn, tişta herî girîng li nava bajêr diqewimî û wiha dewam dike: "Dema em li ser sînor bûn, şerê li nava bajêr gelekî giran bû. Hem bi çavan dihat dîtin, hem jî ji me re agahî dihat. Bi saha hevalên dihatin cem me, agahiya me ji rewşê Çêdibû. Piştî ku em 45 rojan li ser sînor man, me tevahiya malbata xwe derbasî nava bajêr kir. Em li maleke vala bi cih bûn. Em ji sînor derbas nebûn û neçûn Pirsûsê. Piştî ku me malbat bi cih kir, weke zilamên vê malbatê ji bo alîkariyê bidin hevalan û tevlî şer bibin, em ketin nava tevgerê. Me li herêm, kolan û çeperên şervanên azadiyê bi şev nobed girtin. Li nava bajêr şer dewm dikir. Li eniyên pişt jî, xebatên alîkariyê dihatin meşandin. Hem ji bo şervanên li eniya şer, hem jî ji bo gelê li Kobanê û li ser sînor hewl dihat dayîn nan û pêwîstiyên din ên xwarinê bên peydakirin. Me li ser sêlê nan lê xist. Bi qasî mehekê tevlî vî karî bûm. Piştre min li Saziya Malbatên Şehîdan dest bi kar kir. Ji bo veşartina cenazeyên şehîdan me amadekarî dikir. Tevî van hemûyan ji Bakurê Kurdistanê jî erzaq dihat, Gelê Bakur em qet bi tenê nehişt. Ji destpêka şer ve li ser sînorê Kobanê bû mertalê zindî. Canê xwe feda kirin. Vê fedakariya wan bû destekeke xurt a manewî ji bo serketina Kobanê. Alîkariya wan a madî jî qet kêm nebû. Bi saya wan hem gelê derbasî Bakurê Kurdistanê bû perîşan nebû, hem jî gelê li ser sûnor telef nebû. Bi barê qemyonan erzaq dişandin. Me jî ev qemyon vala dikir."

Şabe got, "Nêrîna; 'dibe ku Kobanê azad nebe' di dilê min de hebû" û wiha dewam kir, "Çeteyan bi hemû hêza xwe êrîş dikirin; hem hejmara wan zêde bû hem jî çekên wan giran bû. Dema min dît bajar ji çeteyan tê paqijkirin, ez matmayî mam. Di heman demê gelekî kêfxweş bûm ji ber ku em ê li malên xwe vegerin. Şervanên azadiyê bêrawestand operasyon dikirin û gund rizgar dikirin. Bi vî awayî çeteyên DAIŞ'ê û hovîtiya wan bi saya van lehengan ji Kobanê hatin derxistin."

KARÊ XWE DIDOMÎNE

Şabe ku di dema şerê Kobanê de heta jê dihat alîkarî dida hêzên azadiyê, vî karê xwe niha jî didomîne. Li saziya lojîstîkê ya ji bo şervanan, dixebite.