NÛ BÛ

Di 8 rojan de herêmekî qasî hezar 664 km2 hatiye rizgarkirin

Fermandariya Odeya Çalakiyan a Xezeba Firatê diyar kir ku hêzên wan di şerê 8 rojan de herêmek bi qasî hezar û 664 kîlometreçaregoşe rizgarkirine. Di van şeran de 49 çete hatine kuştin û gelek gund hatine rizgarkirin.

Fermandariya Odeya Çalakiyan a Xezeba Firatê diyar kir ku hêzên wan di şerê 8 rojan de herêmek bi qasî hezar û 664 kîlometreçargoşe di bajarê Reqa û Dêra Zorê ji çeteyan rizgar kirine. Di van şeran de 49 çete hatine kuştin û gelek gund hatine rizgarkirin.

Fermandariya Odeya Çalakiyan a Xezeba Firatê bîlançoya Pêngava Rizgarkirina Reqa ya 8 rojan eşkere kir.

Fermandariyê got ku di şerên ku ji 16 Sibatê destpêkiriye û heta şerê 23ʹyê Sibatê hêzên wan gelek serkeftin bidestxistine û herêmek bi qasî hezar û 664 km2 ji xaka bajarê Reqa û Dêra Zorê ji komê çete rizgar kirine, di vê herêmê de 37 gund û 102 gundik hatine rizgarkirin û wiha dom kir: ʺDi şerê di vê navê de 49 çete hatine kuştin, termê van çeteyan ketiye destê şervanên me û 3 çete bi saxî ketine dest. Her wiha wesayîtekî doçka li ser 4 wesayîtên bombebarkirî, 2 wesayîtên leşkerî, navendeke çeteyan a çêkirina mayînan hatine ruxandin û gelek cebilxaneya çeteyan hatiye destserkirin.ʺ